Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan 2023-11-14 11:10:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di êrişa duh bi şev ya dewleta Tirk a li Sinunê de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.    Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta tirk duh bi şev li bajarokê Sinûnê yê Şengalê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de 3 kes birîndar bûbûn. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di êrişa duh bi şev ya dewleta tirk a li Sinunê de şervanên wan Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr jiyana xwe ji dest dane. YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de ji malbatên Şengalî û Feqîr sersaxî xwest û destnîşan kir ku dê Şengal hertim rizgar bimîne û soza tolhildanê da.