Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin 2023-11-14 09:42:20 AMED - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo ku şer û pevçûn bi dawî bibin bang li hemû beşên civakê kirin ku tev li “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin bibin.   Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiya” bê lidarxistin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê ku ji bo tevlibûna meşê bang kirin ji bo ku şer bi dawî bibe xwestin her kes tev li Meşa Azadiyê bibe.    ‘EM JI BO AŞTIYÊ TEV LI MEŞÊ BIBIN’    Yek ji dayikên aştiyê Muşeher Ulker, diyar kir ku li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye, 2 sal û nîv in agahî jê nayê wergirtin û anî ziman ku ji bo tecrîdê rakin û daxwaza azadiya Ocalan bikin dê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ulker, da zanîn ku meşa wan ji bo yekitî, hevrebûn û aştiyê ye û wiha got: “Çi dibe bila bibe divê mirov daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ê di nava çar dîwaran de tu agahî jê nayên girtin bikin. Mifteya yekitî û aştiyê ya ji bo kurdan li Îmraliyê ye. Em vê mifteyê dixwazin. Em ê bi vê mifteyê azadî, aştî û demokrasiyê bînin.”   Ulker, bi lêv kir ku divê êdî hêsirên dayikan nerijin û wiha berdewam kir: “Êdî bes e em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Ji bo aştî û azadiyê, ji bo ku deriyên girtîgehan vebin em bang dikin ku herkes were Gemlîkê.”   ‘BILA HEMÛ DAYIK BÊN GEMLÎKÊ’     Dayika Aştiyê Hayriye Zûgûrlî jî bal kişand ku îro Tirkiye jî di nav de Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de ye û wiha got: “Em weke dayikan êdî naxwazin dayikên kurd û tirk bigirîn. Mixabin dayikên kurdan her tim digirîn. Êdî em dixwazin ev şer bi dawî bibe.”   Zûgûrlî ya ji bo hêsirên çavên dayikan nerijin hemû dayik vexwendin Meşa Azadiyê ev tişt gotin: “Heke hemû dayikên kurd ber bi Gemlîkê ve bimeşin dibe ku em tecrîdê rakin. Bi vî awayî aştiyeke birûmet dê were Kurdistan û her derê. Ev şer şerê desthilata ne ne yê gelan e. Dema kurd di bin tecrîdê de bin tirk jî di bin tecrîdê de ne. Em aştiyê dixwazin, ji ber vê yekê êdî bes e, em tecrîdê rakin.”   ‘EM DIXWAZIN TECRÎD BÊ RAKIRIN’    Dayika Aştiyê Meryemê jî anî ziman ku ji bo hemû gelê kurd û tirk aştiyê dixwazin û wiha got: “Em dixwazin tecrîd bê rakirin. Ji bo hemû girtî bên berdan em herkesê vedixwînin meşa ber bi Gemlîkê ve.”