Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine 2023-11-14 09:01:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku PDK’ê piştî şer û pevçûnên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li ser daxwaza Tirkiyeyê bi dehan gund vala kirine û got: “Ji ber êrişên dagirkeriyê 158 gund hatine valakirin û zêdetirî 600 gund bi gefa valakirinê re rû bi rû ne."    Êrişên ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsana 2022'yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dane destpêkirin didome. Artêşa tirk heta niha di van êrişan de gelek caran çekên kîmyewî û yên qedexekirî bi kar anîne. Tirkiye tevî hemû çekên giran û modern jî heta niha gavek jî pêşve neçûye. Artêşa Tirkiyeyê ya ku xitimiye, bi alîkariya PDK'ê armanc dike ku li herêmê bi cih bibe. PDK bi awayekî çalak piştgiriyê dide dewleta tirk. Liv û tevgera hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê yên li herêmê jî didomin. Hêzên PDK'ê ku li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê hatiye bicihkirin, bi kemçeyan ji dewleta tirk re rêyan çêdike. Her wiha tê ragihandin ku PDK hewl dide şeniyên ku li herêmê jî ji herêmê derxîne. Rojnamevan Baran Germiyanî, geşedanên herê dawî yên li herêmê nirxand.   'HETA NIHA 158 GUND HATINE VALAKIRIN'   Rojnameger Germiyanî diyar kir ku PDK bi valakirina gundan ji artêşa dewleta tirk re qadan vedike û wiha axivî: "Dewleta tirk a dagirker ji ber berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê têk diçe. Dewleta tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê 5 cureyên çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Ji ber bikaranîna van çekan gelek kes hatin qetilkirin. Xwezaya herêmê jî ji vê yekê bi bandor dibe. Hemû xwezaya herêmê wêran kirin. Ev jî nîşan dide ku ne tenê li dijî şexsiyeta kurd li dijî cewher û xwezaya wê jî êriş dike. 158 gund hatine valakirin û zêdetirî 600 gund ji ber êrişên dagirkeriyê di bin metirsiya valakirinê de ne. Gelek ji van gundan xwedî bax û baxçeyan e. Asayîşa PDK’ê di 17’ê nîsana 2022’yan de hezar û 200 maskeyên gazê desteser kirin, ji bo ku negihêjin gerîlayan. Li aliyê din jî dewleta tirk a dagirker çekên qedexekirî yên kîmyewî li dijî gerîlayan bi kar tîne. Her wiha PDK artêşa dewleta tirk a li kêleka baregehên xwe diparêze, rê ji wan re vedike ku ji bo êrişî çeperên gerîlayan bike û tevahiya xaka başûrê Kurdistanê dagir bike."    'TEVÎ PIŞTGIRIYA PDK'Ê JÎ GAVEK PAŞVE NEÇÛNE'   Germiyanî bi lêv kir ku li herêmê berxwedaneke dîrokî tê dayin û got ku dewleta tirk bi çekên kîmyewî jî nikare îradeya heyî tune bike û wiha domand: "Ji dema avakirina komara sedsalî ya dewleta Tirkiyeyê, bi qasî ku ji destê wan tê êrişî kurd û Kurdistanê dikin. Bi dagirkirina Başûr û rojavayê Kurdistanê dixwazin xewna Mîsak-î Mîllî û jinûveavakirina Împaratoriya Osmanî vejînin. Lê di demeke kurt de ev xeyal ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve vala hat derxistin û bi qehremanî bersiv dan. Li dijî dagirkeriyên li herêmên Avaşîn, Zap û Matînayê hêzên gerîla yek rojê jî nesekînin û li ber xwe didin û ew nêçar hiştin ku gav paşve vekişin. Stratejiya ku wan armanc kirin ev du sal in pêk neanîne. Cihê ku dagir kirine jî terk kirine. Nikarin biçin, xitimîne. Li vê herêmê PDK û dewleta tirk bi hev re têk diçin. Ev her du hêz dê nikaribin vî şerî bidomînin. Çimkî ev du sal in tevî xiyanet û piştgiriya PDK'ê jî artêşa dewleta tirk yek gav pêşve neçûye. Ev jî nîşaneya wê ye ku ew di şer de têk çûne."    'BALAFIRÊN DEWLETA TIRK LI BAREGEHÊN PDK'Ê RADIBIN'   Germiyanî anî ziman ku li herêmê dewleta tirk derban dixwe û wiha got: "Tenê di mehekê de li dijî hêzên dewleta tirk 287 çalakî hatine lidarxistin, 205 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û gelek çeper û baregeh bi temamî hatine rûxandin. Gelek kamerayên çavdêriyê têk birin û gelek balafirên keşfê hatine xistin. Tenê rêyek ji wan re maye ew jî, paşve gavavêtin e. Lê belê tişta şerm ew e ku PDK li kêleka dewleta tirk a dagirker êrişî çeperên gerîlayan dike. Artêşa tirk bi cil û bergên pêşmergeyên Kurdistanê dixwaze dagirkeriya xwe bidomîne. Heta PDK rêyên nû ji wan re çêdike û li kêleka baregehên wan ji artêşa rirk a dagirker re rê vekirine. PDK di nav xiyanetê de digevize. Îsal tu helîkopter nehate xistin, tenê 5 helîkopter derb xwarin. Helîkopterên dewletê li nava baregehên PDK’ê dadikevin û gerîla jî naxwaze şerê PDK’ê bike û xwîna kurdan bi destê kurdan birijîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevî hemû êrişên dagirkeriyê û alîkariyên PDK’ê jî berxwedana xwe ya dîrokî didomîne û bi şev û roj li dijî dagirkeran çalakiyên cuda li dar dixin. Li Zap, Metîna û Avaşînê serkeftin nêzik e."