Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin 2023-11-13 21:35:52       ENQERE - Siyasetmedar Gunay Kubîlay di 41’emîn danişîna Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku ji ber ku HDP'ê hevsengî guherandiye hedef hatiye girtin.   Siyasetmedar Gunay Kubîlay di danişîna 41’emîn a Doza Kobanê de ku 18 jê girtî 108 siyasetmedarên di nav wan de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî hene, axivî. Kubîlay diyar kir ku ji bo rewatiya HDP’ê di nav civakê de reş bikin û ceza bikin ev doz hatiye vekirin û got ku hiqûq kirine amûrê siyasetê.   Danişîna Doza Kobanê ye ku li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê dîtin berdewam dike. Yek ji siyasetmedarên girtî Gunay Kubîlay diyar kir ku armanca sereke ya Doza Kobanê bêbandorkirina HDP'ê ye û wiha got: "Eger HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de piraniya parlamenteran bi AKP’ê nedaba windakirin, ev doz nedihat vekirin. Ger ku HDP di siyaseta Tirkiyeyê de nebûya hêza diyarker û hevsengî neguherandiba ev doz nedihat vekirin.   Kubîlay anî ziman ku banga demokratîk a HDP'ê weke sûc hatiye krîmînalîzekirin. Kubîlay gotinên siyasetmedar û Wezîrê Karên Hundirîn beriya bûyeran gotibû “hêzên bê kontrol hene" bi bîr xist û diyar kir ku guhdarnekirina Wezîrê Karên Hundirîn, Serokwezîr û Serokê MÎT'ê rastiyê radixe ber çavan.   Gunay Kubîlay anî ziman ku sûc nehatine pûçkirin û dosya bi gelek aliyan ve bi kêmasiyên hiqûqî tije ye. Kubîlay hemû sûcdarkirin red kir û daxwaza beraetê kir.   Danişîn taloqî sibê saet 10'an hat kirin.