Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû 2023-11-13 16:56:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihana ajansa NûJINHA'yê Nagham Karajeh di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî mala wê de birîndar bû.   Bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezeyê berdewam dike. Nûçegihana ajansa NûJINHA'yê Nagham Karajeh di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî mala wê ya li taxa Şûcaiyê ya Xezeyê de birîndar bû.   Nûçegihan Nagham heta vê kêliyê ji ber gef û êrişên li ser nexweşxaneyan nekariye birîna xwe derman bike û diyar kir ku cenaze li kolanan û li ber nexweşxaneyan mane. Nûçegihan Nagham Karajeh a bi xwe birînên xwe pêçandiye bi hêvî ye ku tavilê şer bi dawî bibe.    Nûçegihan Nagham ji serê xwe û lingê xwe yê rastê birîndar bû ragihand ku li taxa ku lê dijî 10 mal hilweşiyane.   Ji ber  qutbûna înternet û kehrebê, Nagham me di danûstandin û gihandina hûrgiliyên êrişên berdewam ên li ser Zîvala Xezayê de rastî astengiyan tê.