Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin 2023-11-13 10:37:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji edîtorê Rojnewsê Suleyman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 20 roj in tu agahî nayên girtin.     Edîtorê Beşa Erebî yê Rojnewsê Suleyman Ehmed di 25’ê cotmehê de li Deriyê Pêş Xabûrê (Sêmelka) ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin.    Asayîşa Dihokê ya girêdayî PDK’ê 6 roj piştî binçavkirina Ehmed daxuyanî da û îdia kir ku “Tu eleqeya Ehmed bi rojnamegeriyê nîne.” Bi daxuyaniyê re eşkere bû ku Ehmed hatiye binçavkirin.    Ji roja Ehmed hatiye binçavkirin heta niha tu agahî jê nayên girtin. Têkildarî binçavkirinê ne malbata wî ne jî parêzerên wî tên agahdarkirin.