Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin 2023-11-13 09:05:49   ÎZMÎR - Rêveberên partiyên siyasî û saziyan ên li Îzmîrê ji bo “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê ve banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Aramiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were di azadiya fizîkî ya birêz Ocalan re derbas dibe.”   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke teqez de tê ragirtin 32 meh in agahî nayên girtin. Serlêdanên malbat û parêzerên wî yên ji bo hevdîtinê bi hin hincetan tên astengkirin. Ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were dê di 18’ê mijdarê de ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve “Meşa Azadiyê” were lidarxistin. Di vê çarçoveyê de bi civîna çapemeniyê ya sibê (13’ê mijdarê) li Îzmîrê bê lidarxistin dê starta xebatên meşê bê dayîn. Tê armanckirin ku heta 16’ê mijdarê li 35 cihên cuda yên li bajêr civînên gel bên lidarxistin.    Rêveberiyên partiyên siyasî û saziyên li bajêr têkildarî tecrîda li Îmraliyê û meşa dê were lidarxistin axivîn.    ‘TECRÎD MESELEYEKE NAVNETEWÎ YE’    Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sabrî Gul, diyar kir ku tecrîd ne tenê pirsgirêka ku dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê eleqedar dike ye û anî ziman ku Îmrali veguheriye îşkencexaneyeke taybet. Gul di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tecrîd meseleyeke navnetewî ye. Di pêvajoya diyalogê de jî dema bi parêzerên xwe re hevdîtin kir destûr nehate dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike.”    ‘HEMÛ GELÊN ROJHILATA NAVÎN BI BANDOR DIBIN’    Gul, anî ziman ku hêzên serdest pêşî li fikrên Abdullah Ocalan girtine ku negihin civakê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “32 meh in agahî nayên girtin. Me hemû aliyên tecrîdê bi civakê re nîqaş kir, anî konferansa xwe ya navendî û têkoşîna li dijî tecrîdê weke rêya sereke danî pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de em ê di 18’ê mijdarê ber bi Gemlîkê ve meşekê li dar bixin. Lê dê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bi meşa Gemlîkê bi dawî nebe. Meşa Gemlîkê parçeyekî têkoşîna me ye û gelek girîng e. Ji ber ku tecrîda li dijî birêz Ocalan bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Aramiya ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were di azadiya fizîkî ya birêz Ocalan re derbas dibe.”   JI BO MEŞÊ BANG KIRIN    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gonul Yalçin, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê bi taybetî jinan hedef digire û ev bang kir: “Tecrîd girêdayî girtina jinan û ji azadiya xwe bêpar hiştinê ne. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe em hemû jinan û gelê xwe vedixwînin meşa ku em ber bi Gemlîkê ve li dar dixin.”   ‘MAFÊ MAKEQANÛNÎ TUNE TÊ HESIBANDIN’    Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Mahsûm Koç jî diyar kir ku mafên makeqanûnî yên Abdullah Ocalan tên xespkirin û wiha got: “Ev yek di serî de gelê kurd û parazvanên aştiyê aciz dike. Divê di demekî kurt de demildest tecrîd bê rakirin. Divê birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em tiştekî derveyî hiqûqê naxwazin. Ji ber vê yekê em gelê xwe û hemû kesên li vî welatî aştiyê dixwazin vedixwînin Meşa Gemlîkê.”   Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE- TUHAYDER) Leyla Kaygisiz jî ev tişt gotin: “Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe divê hin tiştan bikin. Em jî di vê çarçoveyê de dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Em herkesên ji vê bêwijdaniyê re dibêjin ‘bes e’ vedixwînin meşê.”