Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike 2023-11-13 09:02:59   STENBOL - Welatiyên li Stenbolê diyar kirin ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 18’ê mijdarê de li qadan bin û wiha got: “Di serî de gelê kurd divê her kesên hiqûq û demokrasiyê diparêzin li dijî tecrîdê derkevin.”   Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin dê di 18’ê mijdarê de ber bi navçeya Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Xebatên ji bo meşê tên kirin bi hemû leza xwe berdewam dikin. Welatiyên tev li civîna gel a beriya meşê li navçeya Çekmekoy a Stenbolê hate lidarxistin bûn, qala girîngiya meşê kirin û banga tevlibûnê kirin.    ‘MEŞA MIROVAHIYÊ’    Meryem Demîr (40) a “Meşa Gemlîkê” weke “Meşa Mirovahiyê” penase kir, xwest ku gelê kurd xwedî li rûmeta xwe derkeve û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo me gelek girîng e ji ber ku li dijî kesên digotin me kurd di bin betonê de veşartin, kir ku gelê kurd jinûve ji dayik bibe. Sedema ku gelê kurd  xwedî li Abdullah Ocalan derkeve ev e. Bi taybetî jin ji bo gelê kurd bibe xwedî vînekê tevkariyên wî yên mezin çêbûn. Ji ber vê yekê em jinên kurd deyndarê birêz Ocalan in. Ew mîmarê veguherîna jina kole ya îro li qadan xwe bi awayekî azad îfade dike, siyasetê dike û gotina xwe dibêje ye. Em hemû jinan û gelan vedixwînin Meşa Gemlîkê ya dê di 18’ê mijdarê de were lidarxistin.”   ‘DIXWAZIN OCALAN BIDIN JI BÎR KIRIN’    Ji welatiyan Mehmet Ariç (68) jî anî ziman ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike dê civak bêhnê bistîne. Ariç, bi lêv kir ku hikumeta heyî bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê hewl dide gel bitepisîne û Abdullah Ocalan bide ji bîr kirin û wiha got: “Meşa Gemlîkê gelek girîng e. Ez difikirim ku tevî her tiştî xwedî derketina li vê pêvajoyê dê baş be. Divê her kes tev li bibe.”   ‘EM AZADIYA WÎ YA FIZÎKÎ DIXWAZIN’   Ûgûr Canli yê 27 salî jî destnîşan kir ku ji bo li welat hiqûq û edalet pêk were divê tecrîd demildest bê rakirin. Canli, got ku “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye” û anî ziman ku ew bi fikare ku 32 meh in agahî ji Ocalan nayên wergirtin. Canli, destnîşan kir ku herkesên ji bo hiqûqê têdikoşin divê li dijî tecrîdê derkevin û wiha got: “Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo me gelek girîng e. Divê herkes ji vî sûcê mirovahiyê re bêje ‘na’.”   Canli, bal kişand ku Meşa Gemlîkê ya îsal li gorî salên din gelekî cuda ye û wiha lê zêde kir: “Salên beriya niha jî ji bo birêz Ocalan ber bi Gemlîkê ve meş hatin lidarxistin. Di meşên wan deman de dewletê hêzeke bêpîvan bikaranî. Lê gel dîsa jî têkoşîna xwe domand. Ferqa vê meşê ya ji salên din daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Dema ji aliyê hiqûqî lê tê nêrîn heke bi awayekî bêalî were darizandin ji xwe divê azadiya wî ya fizîkî pêk were. Em jî dê ji bo vê yekê li qadan bin. Em bang li herkesê dikin ku li dijî vî sûcê mirovahiyê deng were derxistin.”   ‘TECRÎD ZIMANÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ JI HOLÊ RADIKE’    Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Şerîf Karakoç jî diyar kir ku hiqûqa li gorî kesan nayê qebûlkirin û wiha got: “Divê mafên kesayetî yên birêz Ocalan di çarçoveya hiqûqê de bên pêkanîn. Ji bo ku em vê bêhiqûqiyê şermezar bikin em ê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve meşekê li dar bixin. Em qebûl nakin ku 32 meh in bi tu awayî ji Abdullah Ocalan ê gelek weke rêberê xwe dibîne agahî nayên wergirtin. Kûrbûna tecrîdê li hemû erdnîgariyê zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike. Divê kes vê tecrîdê qebûl neke. Bi taybetî gelê kurd em bang li hemû kesên hiqûq û demokrasiyê diparêzin dikin ku piştgiriyê bidin vê meşê.”