Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn 2023-11-12 23:35:35   MÊRDÎN - Li Qoserê ajokarê kontrola mînîbusê winda kir, li malekê da. Di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.    Li taxa Bahçelîevler a navçeya Qoser a Mêrdînê, ajokarê bi navê Mehmet Alî. kontrola mînîbusa diajot winda kir û li malekê da. Piştî mudaxileya ewil a kesên qeza dît tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de 2 kesên di mînîbusê de û kesekî li mala ku mînîbusê lê da bû birîndar bûn.    Birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê ve sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin kirin. Hate zanîn ku rewşa birîndarekê ye giran e.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.