Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin 2023-11-12 15:31:06   STENBOL - Hewldana 78’an banga “Celalettîn Can berdin” li Wezareta Dadê kir.    Endamên Komeleya 78’an têkildarî rewşa tenduristiyê ya Berdevkê hewldanê Celalettîn Can û bi daxwaza berdana wî, li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî “Mafê berdana bi kontrol” jî Can bi îdiaya “halnebaşiyê” nayê berdan. Berdevkê Şaxa Hewldana 78’an a Stenbolê Yûnûs Bîrcan, di daxuyaniyê de wiha got: “Bi raporên tipa edlî diyar e ku pirsgirêkên cidî yên Celalettîn Can hene. Tevî vê yekê jî 75 roj in girtî ye. Ragirtina Can, êrişeke tarî ya pergalê ye. Ji ber têkoşîna wî ya şoreşgerî, dixwazin Can ceza bikin.”    ‘MERCÊN GIRTÎGEHÊ NEXWEŞIYÊN WÎ ZÊDE DIKIN’    Bîrcan, axaftina xwe wiha qedand: “Mercên girtîgehê nexweşiyên Can girantir dikin. Di 2011’an de emeliyateke giran a dil derbas kir. Di lingê wî de platîn heye.  Di 2013’an de xwîn ji mîdeyê wî hat, di 2018’an de ji ber teşhîsa penceşêrê emeliyat bû. Her wiha apneya xewê pÊ re heye. Banga me ji bo Wezareta Dadê ew e ku Can û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”