Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir 2023-11-12 12:49:11   STENBOL - 2’yemîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HEDEP’a Stenbolê bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê bi dirûşma “Ji bo serkeftinê dîsa HEDEP, dîsa Stenbol” li Navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyalti 2’yemîn Kongreya Awarte li dar dixe. Bi hezaran kes tev li kongreyê bûn.  Welatî, ji du noqteyên lêgerînê re derbas bûn û ketin eywanê.    DAXWAZÊN BI PANKARTAN HATIN VEGOTIN    Eywana kongreyê bi alayên HEDEP’ê hatin xemilandin. Her wiha pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Em ê tecrîdê têk bibin”, “Em zarokên rojê ne, ma dê kî bikare me tune bike”, “Dawî li qirkirina xwezayê bînin”, “Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk”, “Ne rejîma qeyûm lê vîna gel” û “Em xwe bi raperîna xwe birêxistin dikin û azadiyê diparêzin” hatibûn daliqandin. Li dika eywanê jî bi zimanên kurdî, erebî, suryankî, ingilîzî, ermenîkî, rûsî û lazî nivîsa “Hûn bi xêr hatin” hatibû daliqandin.    GELEMPERIYA BEŞDARAN JIN IN   Welatî, bi alayên partiyê, bi flama û şalên bi rengên kesk, sor û zer ketin eywanê. Beşdarên kongreyê gelemperî jin in. Gelek jin bi cil û bergên kurdî tev li kongreyê bûn. Jin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û bi tililiyan ketin hundirê eywanê. Di heman demê de endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan jî gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Beşdarên kongreyê, demekî dirêj ji bo dayikan û xizmên girtiyan çepik lê dan.    ÎMRALI HATE SILAVKIRIN   Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li kongreyê bûn. Coşa li eywana kongreyê her ku diçe zêdetir dibe û beşdaran demekî dirêj govend gerandin. Di heman demê de beşdaran dirûşmên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin, berz kirin. Di kongreyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide.    Di kongreyê de ji ewil endamên dîwanê hatin hilbijartin. Piştre jî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin.    Berfirehiya nûçeyê tê...