Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan 2023-11-12 09:17:19   SÊRT - Şîmel Çam, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî, bal kişand ser tenduristiya bavê xwe û got: "Kîstê di gurçikên wî de dîsa çêbû. Divê bê emeliyatkirin."    Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku di 12'ê kanûna 2012'an de bi îdiaya "Di nava Meclisa Bajêr a KCK'ê de cih digire" hat girtin, piştî 10 mehên li girtîgehê hat berdan. Lê paşê Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza li Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) yê berê yê Sêrtê Çam birî. Piştî ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat pesenkirin, Çam di 1'ê nîsana 2022'yan de hat girtin. Çam ewilî li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê 17 rojan bi tena serê xwe di hucreyekê de ma û paşê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qubîn a Êlihê hat kirin. Çam li vir jî 15 rojan di hucreyekê da ma.    Çam ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, di sala 2014'an de di hêla rastê ya mêjiyê wî de lekeyek hat tespîtkirin. Çam ku kîst di gurçika wî de hebû hat emeliyatkirin û ji ber vê mecbûr e hetahetayê dermanên ronhkirina xwînê bi kar bîne. Lê piştî hat girtin rewşa tenduristiya wî xirabtir bû û niha guhê wî yê rastê nabihîse.    Keça wî Şîmel Çam anî ziman ku bavê wê nikare di girtîgehê de bimîne û demildest divê bê berdan.    Çam ku di 9'ê mijdarê de çû cem bavê xwe got: "Pir westiyayî xuya dikir. Hema hema qet nabihîse. Nexweşî zî didin zorê. Ragihand ku kîstê di gurçikên wî de dîsa çêbûye. Ji bo vê jî divê emeliyat bibe. Lê wî emeliyat nakin. Ji ber kîst, meseleya germkirinê jî bi pirsgirêk e. Ev nexweşî pir zorê dide wî. Got hê jî milên wî diêşin nigên xwe baş hîs nake. Xwestiye sedema vê hîn bibe, lê tu agahiyê nadinê. Her wiha çavçn wî jî baş nabînin. Hem miyop hem jî astîgmat pê re heye."   Çam anî ziman ku girtîgeh talûkeyeke mezin e ji bo jiyana bavê wê û bang kir ku ji bo girtiyên nexweş gavek bê avêtin.   MA/ Fethî Balaman