Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê' 2023-11-12 09:02:52   STENBOL - Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" lîstikvan Orhan Alkaya destnîşan kir ku divê kesên aştîxwaz xwedî li vê deklarasyonê derkevin.    Li Stenbolê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan jî di nav de 78 kesan ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, di 28'ê cotmehê de deklarasyona "Banga Aştiyê" belav kirin. Di deklarasyonê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin.    Ji îmzevanên deklarasyonê Orhan Alkaya, têkildarî naveroka deklarasyonê, girîngî û armanca wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    DEKLARASYON XWEDÎ WATEYA 'EM BÊDENG NAMÎNIN' E   Alkaya diyar kir ku bi şerê Îsraîl-Filistînê re li Rojhilata Navînê pêajoya komkujiyên di asta qirkirinê de dest pê kiriye û got ku deklarasyona ku wan weşandiye jî li dijî atmosfera şer, israra di aştiyê de ye. Alkaya got: "Em wiha difikirin ku li dijî vê atmosfera şer, bangeke ji bo aştiyê dê rasttir be. Ji bo vê jî rê tên pêşniyazkirin, di vê metnê de. Metnên bi vî rengî jî ji aliyekî ve wateya ku 'em bêdeng namînin, serî natewînin' dihewîne."   ‘DIVÊ MESELEYA KURD BÊ ÇARESERKIRIN'   Alkaya destnîşan kir ku li Tirkiyeyê beranberî rewşa şerî ya li Rojhilata Navîn meseleya kurd e û got ku meseleya kurd hatiye wê astê ku divê teqez bê çareserkirin. Alkaya anî ziman ku gavê ji bo çareserkirina meseleya kurd jî divê bi awayekî pir cidî bên avêtin û bal kişand ser "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de.    ‘TECRÎD SÛC E, RABÛNE LI BER HEQ E'   Alkaya bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgehan û got ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û rabûna li ber wê jî mafê herî xwezayî yê her welatiyî/ê ye. Alkaya got: "Tecrîd, li gel rola xwe ya di warê neçaerserkirina meseleya kurd de, di heman demê de binpêkirina mafan e jî. Ji bo kê dibe bila bibe, daxwaza ji bo rakirina tecrîdê, tê wateya daxwaza ji bo betalkirina binpêkirina mafan."    Alkaya herî dawî destnîşan kir ku divê hemû kesên aştîxwaz xwedî li vê deklarasyonê derkevin.    MA/ Îbrahîm Irmak