Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir 2023-11-11 16:46:40   AMED - Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê têkildarî 2’yemîn Kongreya Xwe ya Awarte amadekariyên xwe dan destpêkirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê têkildarî 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn bi nivîsa zaravayên kurdî kurmancî û kirmanckî û tirkî pankarta “Em bi dirûşmeya azadî û demokrasiyê kongreya xwe li dar dixin” hate daliqandin. Hevserokê HEDEP’ê yê Amedê Abbas Şahîn ragihand ku xebatên kongreyê dane destpêkirin.    Şahîn, bal kişand ku tiştên li Tirkiyeyê û herêmê diqewimin û anî ziman ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn şer, xwîn û hêsirê çavan kêm nabe.    Şahîn, anî ziman ku netew dewletên beriya sed salan hatine avakirin bûn sedemê ku gel, civak û xweza ji holê rabin û wiha got: “Qanûnçêkirin, daraz û rêveberiyên nebe nabeyên siyaseta demokratîk şûna ku ji hev cuda bin, di asta ku AKP’ê û MHP’ê aniye de bawerî bi darazê nemaye. Li cihê, mafên mirovan, demokrasî û darizandinê nebe siyaseta demokratîk jî nabe. Desthilata AKP’ê pêşeroja gelan ji holê radike. Divê li dijî vê muxalefeta civakî bê kirin. Lê mûxalefeta heyî ji desthilatê pir cuda nîne.”   Şahîn, bi lêv kir ku bi fikriyata HEDEP’ê ji bo gel bi hev re bijîn siyasetê dimeşînin û da zanîn ku weke rêxistina Bajêr dê biçin kongreyê.   JI BO TEVLIBÛNA KONGREYÊ BANG KIR   Ahmet Gezen ê li ser navê Komîsyona Kongreyê axivî jî wiha got: “Em dizanin ku pêvajoya ku em tê re derbas dibin çiqasî zor û zehmet e. Geşedanên li Rojhilata Navîn û pirsgirêkên aboriyê yên li welat nahêlin gel bêhnê bistîne. Partiya me dê di vê pêvajoyê de kongreya xwe bike. Pêdiviya me bi kadroyên ku bikarin vê pêvajoyê bi rê ve bibin re heye. Em hemû gelê xwe yê ku dixwaze tevkariyê liv ê bike silav dikin.” Berdevka Komîsyonê Bahar Peker jî ji bo xurtkirina HEDEP’ê her kes vexwend kongreyê.