Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir 2023-11-11 14:53:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD’ê li gelek bajaran daxuyanî dan û piştevaniya xwe ya ji bo Dayikên Şemiyê berdewam kirin.    Dayikên Şemiyê ku dixwazin aqûbeta windayan hîn bibin û faîl bên darizandin ji sala 2018’an vir ve nikaribûn li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê qedexekirina qadê de biryara “binpêkir”nê" dabû jî lî dîsa destûr nedihat dayîn. Di encama têkoşîna bi israr a Dayikên Şemiyê de piştî 5 sal û nîvan dîsa Qada Galatasarayê li wan hat vekirin.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo piştevaniya çalakiya hefteya 972’emîn a Dayikên Şemiyê bikin li gelek bajaran daxuyanî dan.    Li şaxên ÎHD’ê yên Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Antalya, Enqere, Şirnex, Dîlok û Rihayê daxuyaniyên piştevaniyê hatin dayîn. Endam û rêveberên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyan bûn. Şaxên ÎHD’ê vê hefteyê li aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ên di 7’ê cotmeha 1995’an de li gundê Alyawa ya bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve hatibûn binçavkiirn û paşê hatibûn windakirin, pirsîn û ji bo wan edalet hat xwestin.      Çalakiya li Îzmîrê li ber Sumerbanka berê ya li navçeya Konakê, çalakiya li Cizîrê li Kolana Hunerê, li Rihayê li avahiya ÎHD’ê, li Dîlokê li Parka Yeşîlsû, li Edeneyê li avahiya ÎHD’ê, li Mêrsînê li Parka Zarokên Azad, li Antalya li Meydana Atalosê, li Enqereyê li avahiya ÎHD’ê hatin lidarxistin.