Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne 2023-11-11 12:22:10   STENBOL - Dayikên Şemiyê di encama têkoşîna xwe ya bi israr, jinûve ketin Qada Galatasarayê ku ev 5 sal û nîv in li wan hatiye qedexekirin û daxuyanî dan. Malbatên windakiriyan ên aqûbeta Abdulkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş pirsîn, qurnefîl danîn meydanê.    Dayikên/Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 972’yemîn a bi daxwaza aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin dane destpêkirin, li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê ku malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan tê de cih girt de parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê HEDEP’ê Mûsa Pîroglû û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn piştgirî dan.    Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a “binpêkirinê” ji sala 2018’an ve piştî çalakiya hefteya 700’an 5 sal û nîv e ketina Dayikên/Mirovên Şemiyê ya Qada Galatasarayê dihate astengkirin. Di hefteya 972’yemîn de vê carê destûr hate dayîn ku Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar bixin.    PIŞTÎ 5 SAL Û NÎVAN LI QADÊ NE   Malbatên Windakiriyan di encama têkoşîna xwe ya bi israr jinûve ketin Qada Galatasarayê ya bi wan tê zanîn.    Dayikên Şemiyê yên qurnefîl û wêneyên windakiriyan hilgirtin li Qada Galatasarayê daxuyanî da çapemiyê.    Yek ji malbata windakiriyan Îkbal Eren bi bîr xist ku ji sala 2018’an ve piştî 5 sal û nîv e cara ewil e ketin qadê û spasiyên pêşkeşî herkesên ku di vê pêvajoyê de ew bi tenê nehiştin re kirin.    Eren, da zanîn ku ew wek Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin hîn bibin û balê bikişînin ser polîtîkayên bêcezahiştinê heta roja îro têkoşîna edaletê ya herî dirêj dimeşînin û diyar kir ku ji bo aqûbeta Abdulkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ên 28 sal berê hatin windakirin hîn bibin û daxwaza darizandina kiryaran bikin vê hefteyê çalakiya xwe pêk anîn.   Eren, çîroka Abdulkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ên di 27’ê cotmeha 1995’an de li gundê Alyawa yê navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û careke din agahî ji wan nehate wergirtin parve kir.    Eren, bi lêv kir ku di hefteya çalakiya xwe ya 972’yemîn de ji bilî darizandina faîlên Yûrtseven, Ozeken û Saritaş daxwaza darizandina faîlên hemû windakiriyan dikin.    Daxuyanî bi danîna qurnefîlan a Dayikên/Mirovên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê bi dawî bû.