Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike 2023-11-11 09:03:44   MÊRDÎN - Rêveberiya qeyûm ku Şaredariya Qoserê di bin deynan de hiştiye, ji bo konteynirên çopê diyar kir ku "aboriya şaredariyê kêm e", lê karê temamkirina projeya midûriyeta polîsan xist stuyê şaredariyê.    Şaredariya Qoser a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, xizmeta navçeyç nake. Rêveberiya qeyûm ku bi nelirêtiyan û bertîlxuriyê tê zanîn, ji bo xizmetên hewce yên navçeyê tim hinceta "aboriya şaredariyê kêm e" dide der.    Di sala 2016'an de gava qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin, deynê wê tune bû. Lê qeyûmê ewil gaav di sala 2019'an de şaredariyê dewr kir deynê şaredariyê 25 milyon TL bû. Deynê şaredariyê di dema qeyûmê niha de 4 qatan zêdetir bûye.    KARÊ MIDÛRIYETA POLÎSAN DIKIN   Di rêveberiya qeyûm de, deynê şaredariyê di sala 2019'an de li dor 25 milyon TL'yan bû, lê ev deyn di sala 2023'yan de bû 98 milyon TL. Lê li gel ev qas deynî, qeyûm hê jî deynan dixe stuyê şaredariyê. Rêveberiya qeyûm di Cotmeha 2023'yan de biryar girt ku hin karên Midûriyeta Polîsan a Navçeyê bike. Midûriyeta Polîsan a Navçeyê di 29'ê Îlonê de xwest karên wekî çikandina dîrokên kamerayan, modernîzekirina kamerayan û pergalên dîmenan ên di çarçoveya "Projeya Bihêzkirina Pergala Rêveberiya Ewlehiya Bajêr" de şaredarî bike. Rêveberiya qeyûm jî bi yekdengî temamkirina projeya navborî qebûl kir.    JI BO ÇOPÊ DOZA 'ALÎKARIYÊ' KIR   Lê belê rêyên navçeyên yên ji zû de ye nayên çêkirin û kevirên peyarêyan û konteynerên çopan (ku ji bo vê bertîl hatibû xwarin) nayên çêkirin. Bi ser de rêveberiya qeyûm di Mijdara 2023'yan de ji bo van pêdiviyan biryara deynkirina pereyan girt. Rêveberiya qeyûm ji bo 293 konteynerên çopê doza alîkariyê li Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê kir.    DÊ 15 MILYONÊ DIN JÎ LI DEYNAN ZÊDE BIBE!   Her wiha ji bo peyarêyan jî biryar hat girtin ku 15 milyon TL kredî bê kişandin. Ji bo krediya navborî ku dê ji Bankeya Îllerê bê kişandin, rêveberiya qeyûm karbidestî da wekîlê qeyûm Abdûllah Şahîn.    MA / Ahmet Kanbal