Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin 2023-11-11 09:02:39 AMED - Wezareta Karên Navxweyî, doza tazmînatê li malbata Ejder Ecer ê HPG'î ku di sala 2016'an de çalakî li dar xistibû, vekiribû. Doza tazmînatê ji aliyê dadgeha Îstinafê ve hat redkirin.  Ejder Ecer (Xebat Aktepe) ê HPG'î di 27'ê tîrmeha 2016'an de li noqteya kontrolê ya polîsan a Depîn a Colemêrgê çalakiyek li dar xistibû. Li malbata Ecer doza tazmînatê hat kirin ku 29 hezar û 384,88 TL pereyê dê hevjîna polîs Hamza Irmakê di 12'ê Sibata 2019'an de miribû wergire, têkeve qaseya xezîneyê. Di dozê de ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 8'an a Amedê hatibû vekirin, hat xwestin ku ji bo zirara xezîneyê ya polîs Hamza Irmakê roja bûyerê mir, ji malbata Ecer 29 hezar û 384,88 TL pere hat xwestin.    Malbata Ecer ê HPG'î jî îtiraz kir û ji bo vê di 7'ê Adara 2019'an de serî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 8'an a Amedê da. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Ecer bi salan e ji malbatê veqetiyaye û divê ev wekî redkirina mîrateyê bê qebûlkirin.    'BÊ HINCET HAT REDKIRIN'   Her wiha malbatê di 4'ê Adara 2020'an de li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 14'an a Enqereyê jî doza "bi temamî redkirina mîrateyê" hat vekirin. Lê Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 14'an a Enqereyê dozê bê hincet redkirin. Piştî vê parêzerê malbatê serî li Daîreya Hiqûqê ya 17'an a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Enqereyê da.    Dadgeha Îstinafê jî malbatê mafdar dît û biryara redkirina mîrateyê da.    Her wiha doza ku Wezareta Karên Navxweyî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 8'an a Amedê der barê malbata Ecer de vekiribû jî, di 9'ê Mijdarê de bi dawî bû. Dadgeha herêmî ku biryara îstinafê berpêşî wê hat kirin, doza tazmînatê ya der barê malbatê de red kir.    MA / Eylem Akdag