Baroya Rihayê: Tirkiyeyê wesfa xwe ya dewleta qanûnan winda kir 2023-11-10 15:19:21   RIHA - Serokê Baroya Rihayê bertek nîşanî bicihneanîna biryara AYM’ê serlêdana sûc a têkildarî endamên AYM’ê da û wiha got: “Ev demekî dirêj e Tirkiyeyê nasnameya xwe ya dewleta hiqûqê winda kiriye. Bi biryara dawî re wesfa xwe ya dewleta qanûnê winda kiriye.”    Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî bicihneanîna biryara AYM’ê ya derheqê Can Atalay de ji hêla Dadgeha Bilind ve û serlêdana sûc a derheqê endamên AYM’ê de daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya Avahiya Xizmetê ya Baroya Rihayê hate dayîn û li gel rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), gelek parêzer jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel di daxuyaniyê de axivî û got: “Ev demekî dirêj e Tirkiyeyê nasnameya xwe ya dewleta hiqûqê winda kiriye. Bi biryara dawî re wesfa xwe ya dewleta qanûnê winda kiriye.”    Oncel, destnîşan kir ku biryara Dadgeha Bilind biryareke siyasî ye û da zanîn ku dê destûrê nedin ku bi destê darazê mudaxileyî muxalefetê were kirin. Oncel, daxuyand ku biryara AYM’ê ya ji bo Can Atalay eşkere ye û got ku Dadgeha Bilind bi bicihneanîna biryarê re mafên Atalay binpê dike. Oncel, herî dawî jî bang li hemû baroyan kir ku xwedî li hiqûqê derkevin û xwest ku hemû girtiyên siyasî bên berdan.    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.