Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin 2023-11-10 13:05:58 ÊLIH - Rojnameger Mehmet Kizmaz bi hinceta parvekirina encamên hilbijartinê û parvekirinên di dema erdhejê de hate binçavkirin.  Rojnameger Mehmet Kizmaz li navçeya Heskîf a Êlihê hate binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi îdiaya “Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye” lêpirsîn da destpêkirin û bi hinceta parvekirinên Kizmaz ên li ser medyaya dijîtal biryara girtinê da.    Kizmaz, li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê tê ragirtin.