Erdogan: Yên ku pesnê AYM’ê didin xeletiyê dikin 2023-11-10 11:09:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan rexne li partiyên ku “pesnê” AYM’ê didin girtin û got: “AYM gelek xeletiyan dike û van xeletiyan daye pey hev. Ev jî di astek cidî de me xemgîn dike.”    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî 16’emîn Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Ekonomîk bibe çûbû Ozbekistanê. Erdogan piştî ji lûtkeyê vegeriya di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Pirsek der barê biryara Can Atalay ku Dadgeha Bilind nesapndiye û gilîkirina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatiye kirin de ji Erdogan hat kirin.    Erdogan wiha got: “Beriya her tiştî divê kes înkar neke ku Dadgeha Bilind xwedî wezîfeyek erka bilind e. Mixabin Dadgeha Destûra Bingehîn di vî warî de gelek xeletiyan dike û xeletiyên wan dane pey hev. Ev di astek cidî de me xemgîn dike. Biryara ku Dadgeha Bilind ji niha şûn ve girtiye kes nikare deyne kêlekekî û biavêje. Li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Bilind jî niha  gotiye ku, ‘heke tu dadgeha bilind bî, ez jî dadgeha bilind im û ez jî wek dadgeha bilind daxwaz dikim der barê we de cezakirin were kirin’. Ev daxwaz li bende ye ku bê kirin û daxwaza bê qebûlkirin.”    'YÊN KU PESNÊ AYM'Ê DIDIN XELETIYÊ DIKIN’   Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Can Atalay niha deynin kêlekekî. Mixabin beriya niha jî tişên dişibin vê yekê qewimîbûn. Parlamentoya me di vê mijarê de giran tevger dike. Gelek terorîst ji bo parêzvandiya wê bê rakirin ji parlamentoya me reviyan û derketin derveyî welat. Divê ev ewqas giran neyê birêvebirin. Divê bi biryarên zûtirîn ev mesele were helkirin. Ji ber biryarên zûtirîn dernakevin, yek çûye Amerîkayê, yek çûye Almanyayê, yek çûye Fransayê. Piştî diçin wan deran jî derdikevin û gefan li Tirkiyeyê dixwin. Divê welatê min bi gefxwarina xerifiyan re rû bi rû nemîne û namîne jî. Dadgeha Destûra Bingehîn jî der barê vê mijarê de nikare bi awayek sivîl li vî gavê Dadgeha Bilind ku avêtiye binêre û divê nenêre jî. Heke di partiya min de jî hevalan rexne li Dadgeha Bilind girtibe û pesnê Dadgeha Destûra Bingehîn didin, ew jî şaşîtiyê dikin. Em hemû yek in. Divê em hemû bi ferasetek yekitî xwedî li hev derkevin. Tu maneya ku ji vir rabin xwe şîrin nîşanî hinekan bidin jî nîne.”