Parêzer Yureklî: Biryara NY’ê ya têkildarî Abdullah Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pir krîtîk e 2023-11-10 10:23:23   STENBOL - Parêzer Cengîz Yureklî bal kişand ser biryara tevdîrê ya NY’yê ya ji bo Adullah Ocalan û wiha got: “Bicihanîna vê biryarê ji bo demokrasî û azadiyên li Tirkiyeyê pir krîtîk û girîng e.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ev 32 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re ku bi hincetên weke “Muxalefeta hewa” û “Keştî xerabe ye” dest pê kiribûn, niha jî bi “cezayên disiplînê” tên domandin. Li gel astengkirina hevdîtinan, her wiha Abdullah Ocalan nikare ji mafên xwe yên peywendîdanînê jî sûd bigire. Abdullah Ocalan piştî 27’ê tîrmeha 2011’an her dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin kir.    Parêzerên Abdullah Ocalan, têkildarî tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtinê ya ji miwekîlên xwe, hem serî li rêyên hiqûqa navxweyî hem jî serî li hiqûq û saziyên navneteweyî dan. Di vê çarçoveyê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û gelek yekîneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.    Yek ji van serlêdanan jî di 29’ê tîrmeha 2022’yan de ji bo Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê hate kirin. Hem ji bo Abdullah Ocalan hem jî ji bo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş parêzeran cara ewil serî li vê yekîneyê da.    Parêzeran xwestin ku rewşa “incommunicado (qutkirina pêwendiyê ya bi cîhana derve re) bi dawî bibe û ji bo mafê serdanan biryara tevdîrê were dayîn. Komîteyê ev daxwaz qebûl kir. Komîteyê biryar da ku serlêder parêzerekî diyar bike û bêyî ku astengiyek were derxistin pêwendiyê danin û ev daxwaz di 6’ê îlona 2022’yan de ji Tirkiyeyê re ragihand. Tevî ku bi ser vê biryarê re dem derbas bûye jî Tirkiyeyê heta niha tu gav neavêtiye.   Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî têkildarî girîngiya serlêdana ji bo Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê û bicihanîna vê biryarê axivî.    ‘TÊGEHA TECRÎDÊ JI BO PÊNASEKIRINA ÎMRALIYÊ TÊR NAKE’    Yureklî, diyar kir ku tecrîd 25 sal in didome û wiha got: “Di rewşa heyî de têgeha tecrîdê ji bo vegotina rewşa li Îmraliyê têr nake. Rewşa tecrîdê ya li Îmraliyê, rewşa ‘incommunicado’ ye. Yên ku ji bo Îmraliyê ev têgeh cara ewil bi kar anî ne em lê CPT ye. CPT di sala 2016’an de çû serdana Îmraliyê û rapor amade kir. Ev têgeh bi kar di anî û digot ku ev rewş nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan nikare bi tu awayî pêwendiyê bi cîhana derve re deyne. Nikare bi malbat, parêzer, hevalên xwe û bi tu muxataban re hevdîtinan bike. Em nizanin bê ka li wir çi diqewime, rastî miameleyeke çawa tên.”    ÎŞKENCE Û MIAMELEYA XERAB   Bi domdarî Yureklî destnîşan kir ku di dîrokê de rêveberiyan her tim hewl dane belge û delîlên îşkenceyê tune bikin û ev tişt anî ziman: “Lê li Îmraliyê rewşeke berevaj heye. Îşkence û miameleya xerab a li Îmraliyê bi biryarên darazê, cezayên disiplînê û qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re dikevin meriyetê. Tu aliyekî hiqûqî yê vê rewşê nîne û xwe naspêre tu metneke hiqûqî. Di tespîta xwe ya berê de CPT’yê wiha gotibû; ‘Ev qedexeyên serdanan bi temamî ji bo xapandinê ne. Di mewzûata neteweyî ya Tirkiyeyê de bingeheke vê ya qanûnî tune ye. Her wiha li dijî peymanên navneteweyî û mafên mirovan ên gerdûnî ye.’”   ‘AYM’Ê DAXWAZA ME YA TEVDÎRÊ RED KIR’   Di berdewamê de Yureklî da zanîn ku piştî hemû îtîraz û serlêdanên wan sûc ên li dijî rewşa agahînegirtina mutleq, wan herî dawî serî li AYM’ê dane û wiha pê de çû: “Dosya ev zêdetirî 3 sal in li wir disekine û AYM’ê daxwaza tevdîrê red kir. Lê hinceteke vê biryarê ji me re nehate şandin. Heke di rewşa îşkenceyê de mexdûr bibêje îşkence lê hatiye kirin û ev yek îspat kiribe, êdî berpirsyartî dikeve ser milê aliyê din. AYM mecbûr bû ku hincetên biryara xwe ji me re bişîne. Lê tiştekî wiha jî nekirin.”    SERLÊDANA BI DAXWAZA TEVDÎRÊ YA JI BO NY’Ê   Parêzer Yureklî destnîşan kir ku ji ber AYM’ê daxwaza “tevdîrê” red kir û agahî ji miwekîlên xwe negirtine, wan di 22’yê tîrmeha 2022’yan de bi daxwaza tevdîrê serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê dane û ev tişt anî ziman: “NY’ê ev daxwaza me qebûl kir. Komîteyê di 6’ê îlonê de daxwazên me ji hikûmeta Tirkiyeyê re şand û xwest ku birêz Ocalan û girtiyên din kîjan parêzer bixwazin bikarin pê re hevdîtinê bikin. Di vê mijarê de pêşketinek çênebû lewma komîteyê di 19’ê çileya 2023’yan de ev biryara xwe dîsa ji hikûmetê re şand. Lê dîsa jî tu pêşketin çênebûn.”    GIRÎNGIYA BIRYARÊ   Yureklî, daxuyand ku biryar di rewşên îstîsnaî de tê dayîn lewma gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev biryara komîteyê ne biryara dawî û teqez e. Piştî ku nivîsên bi komîteyê re û hevdîtin bi dawî bûn, dê di nava pêvajoyê de biryara teqez were dayîn. Ev biryara nihaî, ji biryara tevdîrê cudatir e lê biryara tevdîrê di her rewşê de wisa bi hêsanî nayê dayîn. Biryareke pir îstîsnaî ye û di rewşên xetere de tê dayîn. Dema li ser biryarê tê axaftin, heke rewşên ku telafîkirina ziyanên wê mimkin nebe û rewşeke jêneveger hebe ev biryara tevdîrê tê dayîn. Anku lezgînî û girîngiyeke wê ya wiha heye.”    ‘BIRYAR ÎŞKENCEYÊ TEŞHÎR DIKE’   Yureklî, bi lêv kir ku biryar xwe dispêre têkiliyên dîplomatîk û şirîkatiya bi dewleta alî re lewma xwedî hêza pêdankirinê ye û wiha got: “Girîngiya wê ya herî mezin ew e ku li dijî hikûmetên ku mafên mirovan ên heyî, qanûnan û peymanan îstîsmar dikin, raya giştî têxin nava liv û tevgerê. Bi taybet jî pêşiya pratîka mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî vedike, îşkenceyê tespît dike û vê di qada navneteweyî de teşhîr dike. Tirkiye neçar e ku bi vê biryarê bike. Ji ber ku aliyekî peymanên NY’ê ye. Komîteyê mafên serlêdanên şexsî qebûl kir. Xala 90’emîn a Destûra Bingehîn jî di hiqûqa navxweyî de ev yek mîsoger kiriye. Ev biryar ne bi qasî biryara DMME’yê bibandor e lê xwedî heman hêza teşhîr û tespîtê ye. Divê Tirkiye bi vê biryarê bike, dawî li rewşa agahînegirtina mutleq bîne û bihêle ku parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.”    ‘NEÇARE KU LI GORÎ BIRYARÊ TEVBIGERE’   Bi domdarî Yureklî anî ziman ku Tirkiye neçare ku li gorî biryara komîteyê tevbigere û ev nirxandin kir: “Nexwe dê bandorê li ser karnameya mafên mirovan a Tirkiyeyê bike. Gelek mekanîzmayên NY’ê salane raporan amade dikin. Ev rê li ber zexta dîplomatîk vedikin. Çiqas otorîter jî bin, tu rêveberî naxwazin navê wan bi îşkenceyê were bihîstin. Ji bo ku hiqûqa Tirkiyeyê ber bi demokrasî, aştî, azadî û mafên bingehîn ve beguhere, ev biryara komîteyê gelek krîtîk e. Divê ji bo bicihanîna vê biryarê her kes dengê xwe bilind bike. Bêhiqûqtiyên di hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê de li Îmraliyê ketin meriyetê û piştre belav bûn. Anku hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê li gorî Îmraliyê teşe girt. Ji bo ku birêz Ocalan sûdê jê negire, tevahiya girtîgehan xistin vê çarçoveyê. Biryara DMME’yê ya ewil ku Tirkiyeyê pê nekiriye, di şexsê birêz Ocalan de hate kirin. Û îro yek ji mijara herî zêde her kes jê bi gazinc ew e ku Tirkiye bi biryarên DMME’yê nake. Her wiha biryarên AYM’ê jî bi heman awayî pêk hatin. Pratîkên ku ji bo birêz Ocalan sûdê jê negire jinedîtî ve hatin, îro bandorê li her kesî dike.”    BIRYARA KRÎTÎK   Yureklî, axaftina xwe wiha qedand: “Biryara tevdîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê, ji bo Tirkiyeyê tiştekî cara ewil e. Ev biryar, ji bo hiqûqa Tirkiyeyê biryareke krîtîk e. Divê her kes di vê çarçoveyê de nêz bibe. Heke bi vê biryarê neyê kirin û tecrîd bidome, dê ji bo pergala înfazê ya tevahiya Tirkiyeyê talûke û xetereyan bi xwe re bîne. Lewma divê hemû kes ji bo girtina Girtîgeha Îmraliyê û tunekirina pergala tecrîdê ya li vê derê bi dengekî bilind li dij derkeve. Ev mijar ne tenê ji bo birêz Ocalan û girtiyên li wir, ji bo hemû kesekî pêdiviyeke.”    MA / Îbrahîm Irmak