Li Girtîgeha Ewlehiyê berdana 7 girtiyan hate astengkirin 2023-11-10 09:53:28   EDENE - Hate diyarkirin ku berdana 7 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekirine 6 mehan hatiye taloqkirin.    Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê (ÎGK) yên li girtîgehan hatin avakirin, bi raporên amade dikin berdana girtiyan asteng dikin. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji serê sala 2021’an ve berdana herî kêm 313 girtiyan gelek caran cuda cuda 3 meh û 6 mehan hate taloqkirin. Ji girtiyan 48 kes piştî ku careke an çend caran berdana wan hate taloqkirin, hatin berdan. Dîsa ji 88 girtiyên berdana wan hate astengkirin di lîsteya girtiyan de ne, ji van girtiyan 42 kes girtiyên nexweşên giran in.    BERDANA 7 GIRTIYAN HATE TALOQKIRIN    Di danişîna doza derbarê Mehmet Zahît Bayar ê piştî di sala 2015’an de li Mêrsînê hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin, hatiye vekirin de 9 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Bayar, di 14’ê mijdara 2023’yan de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê cezayê lê hate birîn temam kir. Lê bi hinceta ferzkirina “poşmantiyê” ya ji aliyê ÎGK’ê ve qebûl nekiriye 6 mehan hate taloqkirin. Hate diyarkirin ku bi Bayar re berdana 6 girtiyên navên wan nehate zanîn û li heman girtîgehê tên ragirtin jî bi hinceta ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekirine, 6 mehan hatiye taloqkirin.    ‘ÎGK XWE WEKE DADGEHÊ DIBÎNE’     Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re YA Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) Ergîn Altûntaş, bi bîr xist ku rêveberiya girtîgehê li girtiyên ji sala 2021’an ve cezayê li wan hatiye birîn temam kirine, “poşmantî” hatiye ferzkirin û berdana van girtiyên ev yek qebûl nekirine, hatiye taloqkirin. Altûntaş, diyar kir ku tevî 7 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê cezayê li wan hatiye birîn temam kirine jî ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekirine berdana wan hatiye taloqkirin û anî ziman ku ÎGK xwe weke dadgehekê dibîne.