HEDEP'a Stenbolê dê kongreya xwe li dar bixe: Armanc xurtkirina hêviyê ye 2023-11-10 09:03:33   STENBOL - Berdevkê Komîsyona Kongreya Stenbolê Atîlla Ozdogan destnîşan kir ku armanca wan a li dar xistina kongreyê, ji nû ve xurtkirina hêviyê ye û gel vexwend kongreyê.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Stenbolê bi dirûşemeya "Ji bo serkeftinê ji nû ve HEDEP, ji nû ve Stenbol" dê 2'yemîn kongreya xwe ya awarte, di 12'ê mijdarê de, li Navenda Nîşandanê ya Yahya Kemal Beyatli, li dar bixe. Berdevkê Kongreya HEDEP'a Stenbolê Atîlla Ozdogan ku tê payîn dê bi tevlibûneke heybet derbas bibe, bang kir ku her kesek tev li kongreyê bibe.     Ozdogan bal kişand ser doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û doza Kobanê û diyar kir ku tevahiya wan "senaryo" ne. Ozdogan destnîşan ki ku armanca tekane ya van polîtîkayan tevgera siyasî ya kurd û pêşengên vê siyasetê derveyî siyasetê hiştin e û anî ziman ku tevî van hemû gavên derî demokratîk, HDP bi awayekî xurt bendava hilbijartinê derbas bû.    'EM GIRINGIYÊ DIDIN STENBOLÊ'   Ozdogan diyar kir ku yekem kongreya HEDEP'ê ya herêmî, wek rêxistina Stenbolê ew bi xwe li dar dixin û got: "Em vê kongreyê, bi peyamên kongreya navenda giştî nîşanî me dane, dê pêk bînin. Stenbol bajareke pir girîng e. Pêkan e ku em hemû rengên civaka Tirkiyeyê, li Stenbolê bibînin. Pargala ku HEDEP armanc dike, hemû mexdûrên pergala heyî, hemû bindest herî hêsan dikarin bersiva xwe li Stenbolê bibînin. ji ber vê yekê em girîngiyê didin Stenbolê."   KONGREYEKE 'JI NÛ VE HÊVIYÊ MEZIN DIKE'    Ozdogan destnîşan kir ku ew dixwazin avabûneke pirdengî li Stenbolê bidin avakirin û da zanîn ku ew ji bo kongreyê gelek civîn li dar xistine. Ozdogan anî ziman ku ew bi rengên cuda ên civakê re komîsyonek ava kirine û hevdîtinên xwe berdewam dikin, balê kişand ser geşedanên piştî hilbijartinê û got: "Piştî hilbijartinên 14'ê gulanê, di cemaweriya giştî bêmoraliyek çêbû. Em di nava  hewldaneke ku vê rewşê serobino bike, hêviyê ji nû ve ava bike, de ne. Tu sedemeke ku gelên me bêhêvî bibin tune ye. Em ê têkoşîneke van hemû bêmoraliyan pişt xwe de dihêle, bidin meşandin û bi pêkanîna kongreyê dê xeteke nû ya têkoşînê dihone, ava dikin."   TÊKOŞÎNA HEVPAR     Ozdogan bangî jin, ciwan, kedkar, hawîrdorparêzên ku ji hêla pergalê hatine mexdûrkirin kir û ev tişt gotin: "Hewce ye tekoşîna van hemûyan bi yek hêlê de û bi hev re were meşandin. Ji ber vê yekê divê werin HEDEP'ê. HEDEP dê li Stenbolê bi kongreyeke pir xurt, bi destpêkekî bi hêz, berdewama meşa xwe bike. Ji ber vê yekê em bendê ne ku tevahiya gelên me, bindest, kedkar di 12'ê mijdarê de tev li kongreya me bibin. Em bi boneya mezinkirina hêviyê, gelên xwe roja yekşemê vedixwînin kongreyê."