Têkildarî êrişa li KNK'ê 2 kes hatin binçavkirin 2023-11-09 21:10:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser doza qetilkirina Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun, 2 kes hatin binçavkirin. Lê kujerê Denîz Cevdet bi xwe reviyaye Bexdayê û lêgerîn berdewam e.   Di 18’ê Îlonê de êrişî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê hat kirin û di encamê de Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun jiyana xwe ji dest da.Parêzerê doza Denîz Cevdet Aso Haşim ragihand ku 2 tometbar li ser doza qetilkirina Denîz Cevdet hatine binçavkirin, lê kujerê Denîz Cevdet reviyaye Bexdayê.   Her wiha Parêzer Aso Haşim ji Rojnews’ê re ragihand ku tiliya 3 kesan di qetilkirina Denîz Cevdet de heye û ji wan 2 tometbar hatine binçavkirin ku plangerên êrişê bûne û temenê yekî 45 û yê din jî 38 salî ye bû û her du jî tirk in.   Parêzer Haşim wiha got: “Lêkolînên hatîn kirin derxist holê ku ev her du kes li pişt qetilkirina Denîz Cevdet in. Her wiha tometbaran li xwe mikûr hatine, lê kujerê Denîz Cevdet hatiye kirê girtin û ji netewa Erebe. Kujer reviyaye Bexdayê û dezgeha emnî bi girtina kujer re mijûlin. Rêkar bi şêweyek yasayî rêve diçe. Li gorî madeya 2 ya yasaya terorê tawanbar dê werin darizandin.”   Parêzer Aso Haşim wiha axaftina xwe berdewam kir: “Proseya dadgehkirina piştî temambûna lêkolînan berdewame. Ji ber ku yek ji tometbaran duh hatiye binçavkirin, ji bo wê lêkolîn berdewamin. Her du kesên hatine binçavkirin tenê plana kuştina Denîz amadekirine. Kesek Ereb di berdêla hinek pere de razîkirine da ku êrişê pêkbîne. Lê reviyaye Bexdayê.”