HEDEP'ê li Şax û Miksê çû serdana dikandaran 2023-11-09 19:09:54   WAN - HEDEP'ê li Şax û Miksê HEDEP çû serdana dikandaran. Dikandaran eleqeyek mezin nîşanê HEDEP’iyan da.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Wanê Pervîn Bûldan û partiyî li Şax û Miksê çûn serdana dikandaran û guh li pirsgirêkên wan kirin. Bûldan û kesên ligel wê ewilî bi dikandarên Miksê re hatin gel hev. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanê HEDEP’iyan da. Dikandaran diyar kirin ku navçeya Miksê ya ji aliyê şaredariya AKP’ê ve tê birêvebirin, tu xizmetê nake û gotin ku dikandar ji ber krîza aborî hatine wê astê ku dikanên xwe bigirin. Partiyiyan ku pirsgirêkên esnafan guhdar kirin, pirsgirêkên wan tomar kirin û gotin ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan têbikoşin.    Piştre şande çû navçeya Şaxê û bi dikandaran re civiya. Şande ji aliyê esnafan ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Dikandaran pirsgirêkên xwe anîn ziman û bertek nîşanê desthilatdariyê dan.