Di kuştina welatiyê suryan de binçavkirî neman: Banga 'Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar' 2023-11-09 16:05:26   MÊRDÎN - Di çarçoveya lêpirsîna kuştina welatiyê suryan Gevriye Akguç de, tevahiya kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan. Federasyona Komeleyên Sûryanî banga "Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar" kir.    Welatiyê suryan Gevriye Ekguç (92) li gundê Enhîl a navçeya Mîdyada Mêrdînê di 6'ê mijdarê de ji hêla kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve, di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akguç piştî karûbarên otopsiyê ji bo ku were veşartin şandin Stenbolê û lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin jî berdewam dike.    Di çarçoveya lêpirsînê de 15 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatibûn binçavkirin de cerdevan û hin welatiyên suryan jî hebûn. Tevahiya kesên binçavkirî piştî karûbarên îfadeyan hatin berdan. Tê payîn ku Akguç ji ber nelihevkirinên zeviyan hatiye kuştin. Hat destnîşankirin ku dê qeydên HTS'ê yên îfadeyên wan hatine girtin, werin lêkolînkirin.    'BILA NEBE KIRYARÊ NEDIYAR'   Serokê Federasyona Komeleyên Suryan (SUDEF) Evgîl Turker ê ji ajansa me re axivî, destnîşan kir ku gundê Enhil di salên 90'î de, rastî gelek êrişan hat û bi bîr xist ku di wê demê de zarok jî hatin kuştin. Turker diyar kir ku bûyera qewimiye, wan rojên hatine jiyîn tîne bîrê û got: "Em suryan ev demeke dirêj e, hem ji ber zeviyên xwe yên ku tên desteserkirin hemû jî li hember êrişên ol û nasnameya xwe têdikoşin. Ji ber vê yekê em tim bûne hedefa êrişan. Ev bûyer gumanên me zêde kirin. Di demên berê de gelek bûyer qewimîn, suryanî hatin kuştin. Hêj jî gelek bûyerên ku faîlên wan nehatine diyarkirin hene. Em naxwazin ev bûyer jî weke faîlê wê nediyar bimîne. Em naxwazin tirsa ji ber tiştên berê hatine jiyîn, em dîsa bijîn. Ronîkirina vê kuştinê daxwaza me ya herî lezgîn e. Em bang li rayedaran dikin ku vê bûyerê ronî bikin û gumanên di serê gelê suryan de, ji holê rakin."   DIVÊ LÊPIRSÎN BI ZELALÎ WERE MEŞANDIN'   Turker destnîşan kir ku gelê suryan ê ku neçarî koçberiyê hatiye kirin ev 20 sal in hewl dide ku vegere li ser axa xwe û ji nû ve jiyana xwe ava bike axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev bûyer û bûyerên wekî vê, bandoreke neyînî li ser vegeran dike. Mixabin suryanên vegeriyane ser axa xwe jî ji ber van bûyerên nehatine ronîkirin neçarî koçberiyê dibin. Gelê suryan tevî van hemû geşedanan di jiyana axa xwe de israr dikin. Em bawer nakin ku kuştina Gevriye Akguç bûyereke hêsan û êrişeke takekesî ye. Em pê bawer in ku divê lêpirsîneke zelal were meşandin."