Di doza Esra Y. de qeyda wekîltiyê ya parêzeran hate jêbirin 2023-11-09 16:04:09   COLEMÊRG - Zaroka bi navê Esra Y. li navçeya Şemzînanê rastî destdirêjiyê hatibû û piştre bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Qeyda wekîltiyê ya parêzerên doz dişopandin hatin jêbirin.    Zaroka bi navê Esra Y. a 11 salî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê rastî destdirêjiya sîstematîk hatibû. Têkildarî destdirêjiyê li Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz bi sûcê “Îstîsmara zayendî ya biwesf” û “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” doz hatibû vekirin. Her sê faîlan jî di dozê de beraet kirin. Hat zanîn ku piştî biryara beraetê, qeydên hemû parêzerên weke wekîl tev li dozê bûn hatine jêbirin.    Danişîna dozê di 3’yê mijdarê de li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hate lidarxistin. Dadgehê bi îdiayên “delîlên têrker tune ne” û “ji ber rêgeza ji gumanê bersûc sûd digire”, derheqê her sê bersûcan de biryara beraetê da. Dadgehê, her wiha îdiaya ku Esra Y. întîhar kiriye “pêbawer” nedît û ji bo derheqê endamên malbatê de lêpirsîn were vekirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Geverê re nivîs şand.    Hat zanîn ku qeydên hemû parêzerên bi sîfetê wekîltiyê tev li doza Esra Y. bûn, ji dosyayê hatine jêbirin. Ji parêzerên dozê Nûkeyf Onursal, got ku kekê Esra Y. yê bi navê Omer Y. di dosyayê de weke gilîker cih digirt û piştî ku bêyî hincetek were nîşandan sîfetê beşdar hate rakirin, mafê parastinê hatiye bisînorkirin. Onursal, ev tişt anî ziman: “Di demeke ku dê me daxwaznameya helwesta demê ya îstînafê pêşkeş bikira de me li ser UYAP’ê dît ku qeydên me yên wekîltiyê hatine jêbirin. Em ê temamiya van bêusûliyan di daxwaznameya xwe ya ji bo îstînafê de vebêjin.”