Lijneya Şêwrê ya Meclisê biryara civiyanê da 2023-11-09 14:40:49   ENQERE - Lijneya Şêwrê ya Meclisê ji bo nirxandina biryara Dadgeha Bilind a têkildarî Can Atalay dê saet di 17.00’an de bicive.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay biryara “binpêkirinê” dabû û 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî diyar kiribû ku ew biryarê nas nake û derheqê endamên AYM’ê de serlêdan sûc kiribû. Lijneya Şêwrê ya Meclisê ji bo nîqaşkirina vê mijarê biryara civiyanê da. Lijne dê saet di 17.00’an de bicive.    Tê payîn ku serokwekîlên tevahiya partiyan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel tev li civînê bibin.