Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne 2023-11-09 09:05:05   MEREŞ - Di ser erdhejên Mereşê de ku nêzî 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, 9 meh derbas bûn. Hê jî avahî nehatine temamkirin û ji ber vê piraniya mexdûrên erdhejê di konteyneran de dimînin.    Di ser erdhejên Bazarcix û Elbistan a Mereşê re ku di 6'ê Sibatê de li ser hev çêbûn, 9 meh derbas bûn. Di van erdhejan de ku bandor li 11 bajaran kirin, li gor hejmarên fermî 48 hezar û 448 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Mexdûrên erdhejê ku rastî gelek îhmalkarî û bêberpirsiyariyê hatin, piranî jê hê jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne.    Mexdûrên erdhejê yên li Taxa Osman Dede û Ordekdede yên Bazarcixê û yên li Taxa Çigil a navçeya Dulkdaîroglûyê behsa şert û mercên ku tê de ne kirin.    Dikandar Mahmût Delîbalta (65) ê li Taxa Osmandedeyê anî ziman ku beriya erdhejê li taxa wan nêzî 60 malbat hebûne û piştî erdhejê tenê 6 malbat mane.    Delîbalta bilêv kir ku di roja çaran a erdhejê de alîkarî gihîştiye wan û got: "Rayedar tên guh li me dikin û diçin. Lê em nizanin dê xaniyên me bên çêkirin yan na. Li vir çi hatibe kirin me bi derfetên xwe kiriye."    Delîbalta ku di xaniyekî kêmxesardîtî de dimîne got: "Me konteyner xwest, lê hê jî nehatiye. Em newêrin di hundir de bimînin." Delîbalta bilêv kir ku xaniyê wî jî xesar dîtiye û got: "Rayedarên hatin vir ji min pirsîn ka zirara min çi qas e, nivîsandin. Lê tiştek jî tune ye. Ew me esas nagirin."    REWŞA WAN XIRAB DIBE   Li Taxa Ordekdedeyê di erdhejê de ji 190 avahiyan tenê 14 avahî li ser pêyan man û 38 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Îbrahîm Akkaya (78) û hevjîna wî Nûriye Akkaya (82) ku bi derfetên xwe ji bin kavilan xelas bûn, li hewşa xaniyê xwe di konteynerê de dimînin.    Îbrahîm Akkaya ku cotkariyê dike, ji aliyekî ve debara malê dike li aliyê din jî li hevjîna xwe mêze dike. Akkaya destnîşan kir ku hem ji bo debarê tevdigere hem jî li hemberî nexweşiyan têdikoşe û got: "Li vir cotkarî jî nema. Piştgirî tune ye. Alîkariyên tên jî em didin feqîran. Her ku diçe rewşa me xirabtir dibe. Zêdetirî 50 sal in cotkariyê dikim, lê tu carî rastî heyameke wiha nehatibûm. Em her du jî nexweş in. Lê dermankirin bi dest me nakeve."    JI BO AVAHIYÊN MAYINDE TIŞTEK NAYÊ KIRIN   Mexdûrê erdhejê Kemal Guven jî bilêv kir ku bi dehan pirsgirêkan re rû bi rû ne û got ku piraniya zeviyên wan rûxiyane û Bendava Kartalkayayê ya li taxa wan jî derz lê ketine. Guven, got: "Ji karesatê bêtir şertên xwezayî zorê dan me. Bendava me derz lê ketin, bi hefteyan kesî dest nedayê. Di bendavê de hinek av hebû. Mirovan bîr kolan û hewl dan zeviyên xwe av bidin. Lê niha nediyar e ku dê av têkeve bendavê yan na."    Guven, da zanîn ku kavilên avahiyan li jîngehan tên valakirin û got ku ev xwezayê texrîb dikin û bandoreke nebaş li tenduristiya mirovan dikin. Guven, anî ziman ku piştî erdhejê kes nehatiye taxa wan û wiha pê de çû: "Li vir têkildarî çêkirina avahiyan tu tişt tune ye. Li gundên çiyê li çend cihan çêdikin. Lê li yên deştê na. Dewletê pêşî îşaret bi cihekî din kir, lê gundiyan nexwest ji vir biçin. Paşê doza veguherandina li cihê cih kirin, lê rewş hê jî nediyar e. Li vir 9-10 gund hene, rewşa hemûyan heman rewş e."    WELATÎ MUHTACÎ KONTEYNERAN KIRIN   Îsmet Yerlîkaya yê li Taxa Çîgîl ya navçeya Dûlkadîroglûyê dimîne jî anî ziman ku li taxa wan zêdetirî 200 avahî hilweşiyane û tenê 5-6 xanî saxlem mane. Yeşîlkaya wiha axivî: "Li taxê hema bibêje xanî li ser pêyan neman. Şîrketên taybet hatin, hesinên xaniyan wekî xurde kom kirin û ew firotin. Kavilên din hê jî li cihê xwe ne."   Yerlîkaya diyar kir ku hîma avahiyên mayinde hatiye danîn, lê herî kêm dê mirov du salên din jî di konteyneran de bimînin.    MA / Ceylan Şahînlî