Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne 2023-11-09 09:02:25   AMED - Li navçeya Çinar a Amedê malbata ciwanên winda bûbû îxbara malbata Akbogayê kiribû. Piştî vê, xaniyê malbata Akboga hatibû xerakirin. Malbata Akboga ku zirara wan nehatiye dayîn, bi mehan e di konteynereke 21 metrekareyî de dijî.    Li gundê Rûbare yê navçeya Çinar a Amedê xaniyê malbata Akbogayê di meha çile ya 2023'yan de bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Çinarê hate xerakirin. Ji bo xerakirina xanî jî wekî hincet giliya malbata ciwanê bi navê Osman G. hat nîşandan ku Osman G. ji sala 2017'an ve winda ye. Malbata ciwanê winda ku li Taxa Bepinarê dijî, derpêş kir ku kurê wan hatiye kuştin û di xaniyê malbata Akboga de hatiye veşartin. Piştî di çarçoveya lêpirsînê de xanî hat xerakirin. Lê belê di bin xanî de tu cenaze nehatin dîtin.    Leşkeran, Mahsûm Akboga jî wekî gumanbar binçav kirin. Akboga paşê bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan û biryara veşarî ji bo dosyeyê hat dayîn. Biryara li ser dosyeyê hê jî didome û serlêdanên parêzerê malbata Akbogayê Mehmet Şik ên ji bo naveroka dosyayê jî bêencam man.    Malbata Akboga ji roja xaniyê wan hatiye xerakirin heya niha di konteynereke 21 metrekareyî de dijî. Tekane daxwaza malbata Akbogayê ew e ku mexdûriyeta wan were çareserkirin.    MALBAT DIXWAZE MEXDÛRIYETA WAN BÊ ÇARESERKIRIN   Bavê 3 zarokan Mahsûm Akboga (27) ragihand ku di 25'ê çileyê de leşkeran avêtiye ser mala wan û ew bi kuştina ciwanekî û li bin malê veşartina cenazeyê wî hatiye sûcdarkirin. Akboga bilêv kir ku çendî bi hin kamerayên taybet hatiye tespîtkirin ku di bin xanî de tiştek tune ye jî lê gefa "ger tu cihê cenaze nebêjî, em ê xaniyê te xera bikin" lê hatiye xwarin û bêbextî lê hatine kirin. Akboga diyar kir ku paşê xaniyê wî hatiye xerakirin û got ku ji ber vê derûniya ferdên malbatê xera bûye.    Akboga destnîşan kir ku ev qas wext derbas bûye lê hê jî mexdûriyeta wan nehatiye çareserkirin û tevî malbata xwe ya 5 kesî di konteynereke du odeyî de dimîne û got: "8-9 meh derbas bûne lê ne kesek geriya ne jî pirsa me kir. Hevjîna min di vê konteynerê de zarok anî dinê. Em diçin serşo û daşirên cîranan. Ger ew jî destûrê nedin em ê nikaribin serê xwe jî bişon. Hindik ma zivistan bê, lê em nizanin dê çi bikin."    Akboga destnîşan kir ku ew gilîdarê kesên ku îxbara wan kiriye û ev tişt anî ziman: "Ez gilîdarê leşkera me ku hatin vir. Ez zilma wan ji bîr nakim. Ez doza xaniyê xwe dikim."    Mulkiye Akboga (27) ku gava xaniyê wan hat xerakirin ducanî bû, anî ziman ku tiştên di dema avêtina ser malê de ji bîr nake û got: "Li her derê geriyan, lê tiştek nedîtin. Fermandar paşê got ku dê vê malê xera bikin. Em niha di konteynerê de dimînin. Jiyana li vir pir zehmet e. Ne cihekî mayinê ne jî serşokek heye. Odeyek tenê heye. 3 mînder hene. Em 5 kes li ser 3 mînderan rûdinên." Akbogayê bilêv kir ku derûniya zarokên wê xirab bûye û got: "Em giliyê hemû kesên wê rojê hatin vir dikin. Bila heqê me bidin. Êvarê ceryan tune ye, em ê li vir çawa germ bibin?"   ZIVISTAN TÊ...   Azîze Akboga (75), dayika Mahsûm Akboga anî ziman ku ji ber nexweşîna şekir nigekî wê çûye û bertek nîşanî xerakirina xanî da. Dayik Akbogayê nerazîbûna xwe bi vî rengî anî ziman: "Ez li cem kurê xwe dimam. Leşker şeveqê zû hatin û xaniyê me bi ser serê me de xera kirin. Niha em di mercên nebaş de ne. Ez li mala kurê xwe yê din im. Lê ev xanî jî zirar ji erdhejê girtiye. Bila xaniyê me çêbikin. Bila Mahsûm û malbata wî perîşan nebin. Zivistan hat, em ê biçin ku?"   PARÊZER ŞIK: SERLÊDAN BÊBERSIV HATIN HIŞTIN   Parêzerê malbatê Mehmet Şik jî anî ziman ku lêpirsîna ji bo rûxandina xanî di sala 2019'an de dest pê kiriye, lê belê ji ber biryara veşarî ya li ser dosyayê nizanin bê biryar li gor kîjan delîlê hatiye girtin. Şik, destnîşan kir ku gava delîleke şênber hebe biryareke wiha tê dayîn û wiha pê de çû: "Lê hûn radibin bi awayekî serobero xaniyê mirovan vala dikin û paşê xera dikin. Muwekîlê min Akboga, çendî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çinarê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibe kirin jî, lê ji ber nebûna delîlan hat berdan. Tevî hemû serlêdanên me jî ji bo wan cihê hêwirandinê nehat dabînkirin. Dewlet ew bi destê xwe avêtin derve, lê perîşaniya ku ew tê de ne hê jî didome. Di dosyayê de tu pêşketin tune ye. Em hê jî nizanin ku bê xanî bi kîjan delîlê xera kirine."    Parêzer Şik ragihand ku ji bo zirara malbatê bê dayîn, ji bo tazmînateke 5 milyon TL'yî serî li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dane.    MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş