Aysel Tûglûk hate binçavkirin 2023-11-08 16:46:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a nexweşa demansê hate binçavkirin.  Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ji aliyê polîsên çûn mala wê ve bi hinceta lêpirsîneke di sala 2012’yan hatiye destpêkirin, hate binçavkirin. Înfaza cezayê hefsê yê 10 salan ê derbarê Tûglûkê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû taloqkirin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li ser hesaba xwe ya X’yê têkildarî mijarê de ev parvekirine kir: “Aysel Tûglûk ji aliyê polîsên çûn mala wê ve bi hinceta lêpirsîneke di sala 2012’yan hatiye destpêkirin, hate binçavkirin û dibin edliyeya Çaglayanê. Tacîza darazê ya li dijî Aysel Tûglûk a ji ber nexweşa demansê ye derbarê wê de biryara taloqkirina înfazê hate dayîn, didome!”