Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin 2023-11-08 12:50:03   KOCAELÎ - Rêveberên Partiya Çep ên Gebzeyê, bi hincete parvekirinên xwe yên ser medya dîjîtal, hatin binçavkirin.    Rêveberên Partiya Çep ên navçeya Gebze ya Kocaeliyê Bûgra Aydogan û Erdem Şîmşek îro serê sibê, di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Aydogan û Şîmşek ji ber parvekirinên xwe yên ser medya dîjîtal hatine binçavkirin.    Partiya Çep bertek nîşanî binçavkirina rêveberên xwe da û di daxuyaniya xwe de wiha got: "Binçavkirinên ji serî heya binî wek bêhiqûqî, bêedaletî û bi zordarî tên kirin, divê demildest werin bidawîkirin."