Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in 2023-11-08 09:01:09 STENBOL - Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk got: "Divê em fêm bikin ku xwestekên gelê kurd, xwestekên asayî û mafdar in."  Li Stenbolê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan jî di nav de 78 kesan ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, di 28'ê cotmehê de deklarasyona "Banga Aştiyê" belav kirin. Ji îmzevanên deklarasyonê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk, destnîşan kir ku divê daxwazên gelê kurd bên fêmkirin.    Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk   BANGA JI BO PÊVAJOYEKE NÛ   Ozturk anî ziman ku divê meseleya kurd bi diyalogê, hevdîtinê û guftûgoyan bê çareserkirin û got ku ji ber vê deklarasyona "Banga Aştiyê" girîng e. Ozturk bilêv kir ku bi vê deklarasyonê îşaret bi rêya çareseriyê kirine û got ku yeqîn dike ku dê encamekê bi dest bixin. Ozturk wiha domand: "Dibe ku bûyer ne li gor dilê me bin. Lê divê em her tim helwesta xwe ya li teref biratiya gelan û aştiyê nîşan bidin. Çima em pêvajoya şerî tercih bikin? Divê em adil û aştîxwaz bin. Ev hewldanek e ku dê di demeke dirêj de beranberiyeke wê çêbibe. Lewma divê em vê helwdana xwe bidomînin."    Ozturk ku got "Tevgera kurd tim doza aştiyê dike" anî ziman ku divê ders ji pêvajoyên berê bê derxistin. Ozturk wiha axivî: "Ev, di heman demê de pêşniyazek e jî. Çima em li welatê xwe doza rageşiyê yan jî bêaramiyê bikin? Lewma ya rast ew e ku em têkiliyên di navbera gelan de zêde bikin. Me ji wekî xeteke ku biratiya gelan diparêze, ev yek kir. Berê jî, tevî hemû zor û zehmetiyan 'pêvajoya çareseriyê' çêbû, dibe ku car din jî çêbibe. Pêşniyaza me ya li tevahiya civakê ev e."    ÇARESERKIRINA MESELEYA KURD   Ozturk ragihand ku nîqaş kirine ku der barê meseleya kurd de "em dikarin çi bikin" û got: "Girêdayî bê jî, me deklarasyona xwe ya yekem aşkere kir. Ger ev tim di rojeva gel de be dê baş be. Ji lew re ger em vê di rojevê de nehêlin, dê êş tim di rojeva me de bin. Rêya astengkirina vê yekê jî ew e ku em deriyê aştiyê vekin."    Ozturk anî ziman ku desthilat jî mecbûr maye ku deklarasyonê binirxîne û got ku li seranserê cîhanê pirsgirêkên di warê nasnameyê û zimên de hene. Ozturk, destnîşan kir ku kurd jî dixwazin zimanê xwe yê zikmakî bi ruh û can bikin û got: "Ji lew re zimanê zikmakî bi bikaranînê û ji aliyê zarokan ve biaxavtinê dikare bijî. Divê em wekî titşekî asayî li vê mêze nekin."    Ozturk destnîşan kir ku divê pirsgirêkên gelan bi rêya azadiyan bên çareserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger em di çarçoveya azadiyan de li vê meseleyê mêze nekin, dê li dijî kesên ku pirsgirêkan bilêv dikin tevdîr bên girtin. Sedema zêdebûna tansiyona li Tirkiyeyê jî ev e. Divê em jî fêm bikin ku xwestekên gelê kurd, xwestekên asayî û mafdar in. Çawa em qîmetê didin zimanê xwe yê zikmakî, divê em zanibin ku gelê kurd jî bi vî awayî qîmetê dide mafên xwe û zimanê xwe yê zikmakî. Lewma divê ji bo çareseriyê hin gav bên avêtin. Divê em vê meseleyê di çarçoveya azadiyan de deynin ber xwe."    MA / Omer Îbrahîmoglû