Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin 2023-11-07 15:52:29   STENBOL - Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dozger dê mutalaayê amade bike.    Derheqê 11 endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û 38 endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 33’yemîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Ji kesên tên darizandin 8 kes û parêzer di danişînê de amade bûn.    Dadgehê, biryar da ku kemaniyên di dosyayê de bên temamkirin û ji bo amadekirina mutalaayê ji dozger re were şandin. Danişîna dozê taloqî 8’ê sibatê hate kirin.