Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket 2023-11-07 13:01:58   STENBOL - Hejmara 45’emîn a kovara Modernîteya Demokratîk bi berga “Rojhilata Navîn û Rojava” derket.    Kovara 3 mehî ya raman û têgînê Modernîteya Demokratîk a meha cotmeh, mijdar û kanûnê derket. Ev hejmara 45’emîn a kovarê ye ku derçû. Ev hejmar bi berg û sernavê “Rojhilata Navîn û Rojava” derket û li ser çareseriya pirsgirêk û krîzên li Rojhilata Navîn rawestiyaye. Her wiha bi gelek aliyan jî balê dikişîne ser Şoreşa Rojava û vedikole.