Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin 2023-11-07 12:01:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Balefirgeha Hewlêrê bi dronan êrişî baregeha Hêzên Hevpeymanê hate kirin.    Îro serê sibê saet di 04.00'an de li dijî Baregeha Hêzên Hevpeyman a li Balefirgeha Hewlêrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi dronan êrişek hat lidarxistin. Di êrişê de dengê teqînên mezin hate bihîstin.   Hat diyarkirin ku di êrişê de 4 dron hatine bikaranîn. Li gel ku êriş pêk hatiye pergala parastina hewayî, dron îmha kirine. Hat zanîn ku ji ber êrişê li Sefîrtiya Hewlerê ya Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) dengê zingila rewşa awarte hatiye bihîstin.    Êrişê ji komên milîs ên Şîi "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" girtiye ser xwe. Hesabên komê, li ser hesaba xwe ya Telegramê êrişê girt ser xwe û di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew li Sûriyeyê û Iraqê li dijî baregehên DYA'yê 4 êriş li dar xistine.    Wezerata Parastinê ya DYA'yê (Pentagon) têkildarî êrişê daxuyanî da û destnîşan kir ku di êrişên 7'ê cotmehê heya niha li Iraq û Sûriyeyê li dijî hêzên DYA'yê 38 êriş pêk hatine û di van êrişan de herî kêm 45 leşker û xebatkarên Emerîkî wek sivîk birîndar bûne.   Wezîrê Karên Navxweyî Anthony Blinken, piştî hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sûdanî daxuyanî dabû. Blinken di daxuyaniya xwe de ev tişt anîbû ziman: "Gef û êrişên milîsên hevalbend ên Îranê nayên qebûlkirin û min ev yek pir vekirî anî ziman. Em naxwazin bi Îranê re bikevin pevçûnê. Ji bo ku em gelê xwe biparêzin dê her gaveke girîng bavêjin."