Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye 2023-11-07 09:10:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku ew ji bo jiyana rojnameger Suleyman Ehmed ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin bi fikar in û got: "Polîtîkaya PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad polîtîkaya AKP-MHP'ê ye." Li Tirkiyeyê êrişên li dijî xebatkarên çapemeniya azad berdewam dikin û her roj êrişeke nû lê zêde dibe. Li başûrê Kurdistanê jî ji aliyê PDK'ê ve li dijî xebatkarên çapemeniya azad siyaseteke bi heman rengî tê meşandin. Li başûrê Kurdistanê heta îro bi dehan rojnameger hatine girtin, revandin û îşkencekirin û bûyerên qetilkirina rojnamegeran, gefxwarin, binçavkirin û revandinê didomin. Li gel vê piraniya van bûyeran nehatiye zelalkirin. Navenda METRO ku rêxistina parastina mafên rojnamevan e, di 6'ê çileya 2022'yan de der barê astengî û binpêkirinên li dijî rojnamevan û saziyên ragihandinê yê li başûrê Kurdistanê de raporek eşkere kir. Li gorî raporê li herêmê di dema nûçeşopandinê de rojnamevan 195 caran hatine astengkirin, amûrên 68 rojnamevanan hatine desteserkirin û gelek ji wan hatine şikandin. Her wiha dîsa li gor raporê rojnamevan rastî 66 êriş û gefxwarinan hatine, 64 caran bêyî biryara dadgehê bi awayekî keyfî hatine binçavkirin û 4 caran jî bi awayekî keyfî hatine girtin, peymanên 16 rojnamevanan hatine rawestandin.    Di sala 2016’an de jî hat piştrastkirin ku nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên di 13’ê tebaxa 2016’an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin. Niha jî gelek rojnamevan girtî ne. Mînaka dawî ya vê zextê jî revandina edîtorê Rojnewsê yê beşa erebî Silêman Ehmed e.    Ji rojnamevan Ehmed ê ku di 25'ê cotmehê de dema ji cem malbata xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedigeriya Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve li Deriyê Sînor ê Sêmelkayê hat girtin, 14 roj in tu agahî nayên girtin. Malbat û parezerên Ehmed ku bi tu awayî nikarin hevdîtinê pê re bikin ji jiyana wî bi fikar in. Rojnamevan Azîz Koyluoglû yê ku geşedanên li herêmê dişopîne, polîtîkaya PDK'ê û êrişên wê yên li ser çapemeniya azad nirxand.   'SIYASETA PDK'Ê YA LI HEMBERÎ ÇAPEMENIYA AZAD SIYASETA AKP'Ê Û MHP'Ê YE'   Rojnameger Koyluoglû da xuyakirin ku dadgeh bi fermana PDK'ê li dijî xebatkarên çapemeniya azad dozan vedikin û dosyeyan amade dikin û wiha got: "Polîtîkaya PDK'ê niha polîtîkayeke rastênhev a polîtîkaya AKP-MHP'ê ye. Niha PDK jî polîtîkayeke bi heman rengî dimeşîne. Li bakurê Kurdistanê polîtîkaya AKP-MHP'ê ya li hemberî çapemeniya azad çi be li vir a PDK'ê jî ew e. Li başûrê Kurdistanê, bi taybetî li bajarên weke Hewlêr û Dihokê ku di çarçoveya serweriya wê de ye, polîtîkayeke bi heman rengî dide meşandin. Rojnameger tên revandin. Li Kurdistanê îşkence û kuştin hene. Niha mînakên weke girtina rojnameger Wedat Hesen ê ku hatiye qetilkirin hene. Niha jî bi hincetên cuda cezayên nû li rojnamegeran tên birîn. Weke rojnameger Guhdar Zêbarî tevî ku cezayê wî bi dawî bûye jî nayê berdan û cezayê wî dirêj dikin. Rojnamegerên mîna Şêrwan Şêrwanî tenê ji ber ku rexne kirine zêdetirî 6 salan di girtîgehê de man."   Koyluoglû bilêv kir ku PDK li hemberî kesên ku siyaseta wê rexne dikin rêbazên weke windakirin, darvekirin û îşkenceyê pêk tîne û wiha pê de çû: "Darazê bi kar tîne. Çawa ku AKP’ê li bakurê Kurdistanê dadgeh hemû bi temamî xistine di bin kontrola xwe de û wan bi kar tîne, PDK’ê jî hemû dadgehên li başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Hewlêr û Dihokê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî dadgehan bi kar tîne. Çi fermanên ku dide dozger û dadgeran pêk tînin. Ji ber wê jî îdianameyên derew tên amadekirin. Her wiha îdîayên ku rastiyê nîşan nadin didin. Heta ez dikarim bibêjim ku li vir dikarin 45 rojan kesek di binçavan de bihêlin. Vê yekê bi hincetên cuda dikin. Bifikirin ku di dema 12’ê Îlonê û Rewşa Awarte de jî li Tirkiyeyê kesek 45 rojan di binçavan de nema. Lê li vir her çiqas xetereyek li ser wan nebe jî, ji ber ku kesekî ew rexne kirine yan jî der heqê wan de nûçe çêkirine dikarin wî kesî 45 rojan binçav de bihêle û îşkence lê bike. Polîtîkaya PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad polîtîkaya AKP-MHP'ê ye."   'JI RÊBAZÊ NIVÎSANDINA RASTIYAN A ÇAPEMENIYA AZAD DITIRSIN'   Koyluoglû da zanîn ku PDK û AKP ji nivîsandina rastiyan ditirsin û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku neheqiyê dikin ji rojnamegeran ditirsin. Ji ber ku dizanin polîtîkayên wan çiqasî li dijî gel in ditirsin. Hikûmeta faşîst a AK-MHP’ê û hikûmeta faşîst a PDK’ê li başûrê Kurdistanê ne ji rojnamegeran pir ditirsin. Bi taybetî jî ji çapemeniya azad ditirsin. Ji awayê ragihandina rastiyan a çapemeniya azad ditirsin. Mixabin weke li Tirkiye û li Başûrê Kurdistanê ji derveyî çapemeniya azad ti kes tune ku dijminatiya PDK'ê ya li hemberî kurdan rexne bike û siyaseta wê ya dijdemokratîk rexne bike nine. Ji ber wê herdu dewletên serdest ji çapemeniya azad ditirsin, ji ber ku polîtîkayên xwe yên li dijî gel dizanin û hewl didin vê veşêrin. Lê çapemeniya azad vê derdixîne holê."   'SUCDARÎKIRINA PDK'Ê LI DIJÎ QANÛNÊN IRAQÊ YE'   Koyluoglû diyar kir rojnameger bi endamtiya PKK'ê tê sûcdarkirin û got ku ev sucdarî jî qanûnên Iraqê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Revandina nûçegihanê Rojnewsê Silêman Ehmed, revandineke bêhincet e. Ehmed, bi endamtiya PKK'ê tê sûcdarkirin. Tê îddiakirin ku li vir bi ser navê PKK'ê kar dike.Li gorî meqanûnên Iraqê, PKK partiyeke neqanûnî nîne. Berovajî vê yekê Iraq hebûna PKK'ê li vir qebûl dike. Bi taybetî jî di şerê li dijî DAIŞ'ê de erka PKK ya li dijî DAIŞ'ê pêk anîbû wan dîtîbû. Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Haydar Ebadî bi vekirî ji PKK'ê re spasiyên xwe pêşkeş kirin. Mesûd Barzanî yê ku niha serokê PDK'ê ye, çû wargeha penaberan a Mexmûrê û spasiyên xxwe ji PKK'ê re pêşkeş kirin.Niha jî PDK’ê siyaseta AKP-MHP’ê xistiye bin xizmeta polîtîkaya qirkirina kurdan de, paralelî vê siyasetê dimeşîne."   'EM JI JIYANA WÎ BIFIKAR IN'   Koyluoglû da zanîn ku destûr nayê dayin ku Ehmed bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û axaftina xwe wiha qedand: "Em ji jiyana wî bi fikar in. Silêman Ehmed ji bajarê Efrînê yê Helebê ye û li ser wir qeydkirî ye. Ehmed sernivîskarê Rojnewsê yê erebî ya Silêmaniyê ye. 5 sal in li Silêmaniyeyê dijî. Di heman demê de bi destûra PDK'ê bi awayekî qanûnî li vir bi cih bûye. Bi destûra PDK'ê derbasî Rojava bû û ji Rojava derbasî başûrê Kurdistanê bû. Rêbazeke wisa bikar aniye û ew revandine, niha em nizanin li ku derê tê ragirtin. Ji ber bertekên ku derketine holê asayîşa giştî ya Dihokê daxuyaniyek da û her wiha Walîtiya Dihokê jî daxuyaniyek da. Destûr nadin ku malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Serdan heta niha nehatiye kirin, telefon nehatine kirin. Der barê rewşa wî de tu agahiyeke me nîne, tenê ew agahiyên ku hatine dayin destê me de hene. Bi rastî em niha ji tenduristî û jiyana wî bi fikar in. Weke hevalên wî yên rojnameger fikarên me hene. Li vir bertekeke cidî hat nîşandan, hem li seranserê Iraqê û hem jî li başûrê Kurdistanê çalakî û daxuyaniyên cidî hebûn. Dîsa li qada navneteweyî daxuyanî hatin dayîn. Lê PDK heta niha dev ji vê helwesta xwe bernedaye."   MA / Zeynep Durgut