Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên 2023-11-07 09:06:36 STENBOL - Zelîha Gun, dêya Felek û Ekrem Gun ên girtî, ragihand ku keça wê nayê dermankirin û yê kurê wê jî îdareya girtîgehê pirtûk û nameyan nadê.  Di 6'ê cotmeha 2026'an de li hemberî Qereqola Navenda Polîsan a 75'incî Yilê ya li Yenîbosna ya Stenbolê êrişeke bombeyî pêk hatibû. Piştî êrişê Felek Gun û birayê wê Ekrem Gun hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Li her du xwişk û birayan bi îdiayên "xerakirina yekpareyiya dewletê" û "endamtiya rêxistinê" cezayê muebeda giran hatibû birîn. Ekrem Gun di Girtîgeha Sîlîvriyê û xwişka wî Felek Gun jî di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ye.    Dêya wan Zelîha Gun diyar kir ku zarokên wê li girtîgehê rastî gelek binpêkirinên mafan tên.    TENDURISTIYA GUN   Dayika Zelîha ragihand ku keça wê berî bê girtin nexweşîna Hepatît C pê re hebûye û got ku lê girtîgeh dermanan nade wê û wiha domand: "Ên em dişînin jî nagirin. Li girtîgehê nexweşîna helandina hestiyan û KOAH'ê jî li keça min peyde bûne. Ji ber nexweşîna xwe tim ji bo nexweşxaneyê serlêdanê dike. Lê daxwaza wê tim tê redkirin."    Dayika Zelîha ragihand ku gardiyan tim davêjin ser qawîşa keça wê û amûrên wê desteser dikin û ev tişt anî ziman: "Di dema avêtina ser qawîşê de tim rastî heqaretan û çêran tê. Li girtîgehê eziyetê li keça min dikin."    DI 15 ROJAN DE 10 DEQÎQE HEVDÎTIN   Dayikê ragihand ku kurê wê Ekrem Gun ê di Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yan a Bandirmayê de jî tim di hucreyê de tê girtin û ev agahî parve kir: "Em nameyan dişînin girtîgehê lê nadin wî. Li girtîgehê pirtûkan jî nadin kurê min. Ev neheqî ye. Heya em diçin cem kurê min em gelekî zehmetiyê dikişînin. Gava em diçin ji bo hevdîtinê, goreyên di nigê me de jî derdixin. Eziyetê li me jî dikin. Ez 15 rojan carekê tenê dikarim 10 deqîqeyan bi kurê xwe re biaxivim. Hê gotina me di devê me de ye telefonê digirin."    Dayika Zelîhayê destnîşan kir ku ji ber van binpêkirinên mafan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dane û wiha got: "Ez li cem zarokê xwe me. Bila xwedî li zarokên min bê derketin."