Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide 2023-11-07 09:03:10 AMED - Yek ji parlamenterên HEDEP’ê Serhat Eren ê ji bo “hevdîtina lezgîn” a bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da, anî ziman ku Wezareta Dadê neçare ku bersivê bide serlêdana wan.  Serlêdan û kampanyayên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 32 meh in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê agahî jê nayên girtin û azadiya wî ya fîzîkî tên kirin, dewam dikin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ji bo ku biçin Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re “bi awayekî lezgîn” hevdîtinê bikin di 2’yê mijdarê de serî li Wezareta Dadê da. Parlamenterê HEDEP’ê yê Amedê Serhat Eren tecrîda li Îmraliyê û serlêdana ku kirin nirxandin.    ARMANCA SERLÊDANÊ    Eren, anî ziman ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ku bi komployeke navnetewî anîn Tirkiyeyê û vir ve di bin tecrîdê de tê ragirtin û da zanîn ku di 8 salên dawî de rewşa wî hatiye girankirin. Eren, anî ziman ku tecrîd çareseriya ji bo pirsgirêka kurd kûrtir dike û bi lêv kir ku vê rewşê sînorkirina demokrasî, hiqûq û azadiyan bi xwe re anî.    Eren, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd weke parlamenterên HEDEP’ê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dane. Eren, bal kişand ku li gelek deverên cîhanê yên cuda heman serlêdan li Wezareta Dadê hatin kirin û da zanîn ku bersiva serlêdanan hêj nehatiye dayîn. Eren, ê got ku “ji bo çareseriya pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan nebe nabe ye. Aktorê herî girîng e” destnîşan kir ku heke tecrîd rabe dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî derî vebe. Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku em dawiyê li vê rewşa neçareserkirinê bînin, bikin ku ji bo pêvajoyeke aştiyê ya nû ya li Tirkiyeyê birêz Abdullah Ocalan bibe muxatab û ev bêhiqûqî bê bidawîkirin me serlêdana hevdîtinê kir.”   Eren, diyar kir ku ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan tevkariyê li çareseriyê bike divê bi awayekî fizîkî jî azad bibe û wiha domand: “Tenê dê bi serlêdanê bisînor nebe; ji bo birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê her cure çalakî û aktîvîteyên demokratîk bidomînin.”   BANG LI WEZARETÊ KIR    Eren, bêdengiya Wezareta Dadê ya li dijî hewldanên li dijî tecrîda li Îmraliyê hatine destpêkirin rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkiliya vê bêdengiyê rasterast bi polîtîkayên neçareserkirinê yên hikumetê re heye. Em dikarin bêjin ku ev nêzîkatiya hikumetê, ji nêzîkatiya li dijî gelê kurd, birêz Abdullah Ocalan û neçareserkirina kurdan ne cudatir e. Wezareta Dadê bi tena serê xwe nikare biryarê bide lê bi awayekî hiqûqî dikare hevdîtina malbat û parêzeran a bi birêz Abdullah Ocalan re pêk bîne. Neçare bersivê bide vê yekê. Lê bêdengiya wê ya di vê mijarê de bi temamî ji ber neheqbûna wê ye. Hikumeteke ku li gorî hikukê tevdigere, dibêje xurt û rast e natirse. Ji axaftina birêz Abdullah Ocalan jî natirse.”   Eren, anî ziman ku divê wezaret ji serlêdanên wan ên hiqûqî re bersivê bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wezareta Dadê demekî dirêje ji hemû daxwazên têkildarî birêz Abdullah Ocalan re bêdeng dimîne. Bêdengiya wê jî bi wê rastiyê dikare were vegotin ku ew bi temamî li derveyî hiqûqê ye. Divê Wezareta Dadê bêdeng nemine.”   MA / Mujdat Can