ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-07 09:00:29   * Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivîn, bi lêv kirin ku şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi fikir û ramanên Ocalan dikare bê çareserkirin û gotin: “Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e.”   * Dayika Aştiyê Nebîha Acar ku birayê wê û 3 biraziyên wê girtî ne diyar kir ku bi salane zextên li ser malbata wê kêm nebûne û got: "Yek kesî nehiştine ku biçin hevdîtina van mirovan. Tenê sûcek me heye ew jî ji ber em kurd in.”    * Yek ji parlamenterên HEDEP’ê Serhat Eren ê ji bo “hevdîtina lezgîn” a bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da, anî ziman ku Wezareta Dadê neçare ku bersivê bide serlêdana wan.    * Beşdarên konferansa DBP’ê diyar kirin ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.    * Zelîha Gun, dêya Felek û Ekrem Gun ên girtî, ragihand ku keça wê nayê dermankirin û yê kurê wê jî îdareya girtîgehê pirtûk û nameyan nadê.    * Welatiyên ku tevlî hevdîtina gel a li Qelqeliyê bûn, diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji her tiştî girîngtir e û gotin: "Divê em êdî tevahiya bedana xwe têxin bin kevirê azadiyê."    * Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku ew ji bo jiyana rojnameger Suleyman Ehmed ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin bi fikar in û got: "Polîtîkaya PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad polîtîkaya AKP-MHP'ê ye."   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Duyemîn danişîna doza Evîn Doster ku li ser îfadeyên şahidê eşkere di 25’ê nîsanê de hatibû binçavkirin û girtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00-17.00)   * Danişîna doza der barê aktîvîstên TJA'yê de hatiye vekirin dê li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza der barê endamên OHD'ê û TUHAY-DER'ê de hatiye vekirin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (11.50)   * Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatimogûllari dê komcivîna partiya xwe li Meclisê li dar bixe. (12.45)    * Şaxên OHD û ÇHD'ê yên Stenbolê bi beşdariya nûnerên rêxistina hiqûqa navneteweyî dê li avahiya OHD'a Stenbolê têkildarî êrişên li ser parêzeran civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00)   * Di pêşengtiya MEBYA-DER û TUHAY-DER'ê de ji bo balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û “Meşa Azadiyê” ya di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin dê li navçeyên Ebex û Elbakê yên Wanê civînên gel bên lidarxistin. (12.00-14.00)