Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat 2023-11-06 18:05:03   ENQERE- Siyasetmedara girtî Dîlek Yagli ku di Doza Kobanê d eparastin kir, diyar kir ku kesê ewil di çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da bi derba polîsna jiyana xwe ji dest daye û got: "Çûna ambulansê ya cihê bûyerê hat astengkirin. Ev, di girtenameyan de tespîtkirî ne. Ev xal bi tu awayî di vê dozê de nehatin nirxandin.    Rûniştina yekemîn a danişîna 40’î ya Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.   Siyasetmedar Dîlek Yagli, Aynûr Aşan, Sebahat Tuncel, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Zeynep Olvecî, Zeynep Kahraman, Meryem Adibellî, Îsmaîl Şengul, Alp Altinors, Nazmî Gur û Gunay Kubîlay tev li danişînê bûn. Her wiha gelek parêzer jî di danişînê de amade bûn. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî danişîn şopandin.    RÛniştina danişînê bi parastina siyasetmedar Dîlek Yagliyê dewam kir.    Yagliyê bilêv kir ku tê gotin wê û hevalên wê li gor fermanê tevgeriyane. Yagliyê destnîşan kir ku HDP ne partiyeke tekparêz e û got: "HDP partiyeke piralî ye û di nava wê de ji her partiyê kes hene. Ma pêkan e ku partiyeke ev qasî rengîn ji cihekî talîmatê bigire?"   Yagliyê di berdewama parastina xwe de bibîr xist ku pêşniyazên HDP û HEDEP'ê yên ji bo vekolandina bûyerên 6-8'ê Cotmehê bi dengên AKP-MHP'ê hatine redkirin û got: "Çima vekolandina bûyeran tê astengkirin?"   Yagliyê di dawiya parastina xwe de diyar kir ku kesê ewil di çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da bi derba polîsna jiyana xwe ji dest daye û got: "Çûna ambulansê ya cihê bûyerê hat astengkirin. Ev, di girtenameyan de tespîtkirî ne. Ev xal bi tu awayî di vê dozê de nehatin nirxandin.    Şandeya dadgehê danişînê taloqî saet 10:00'ê sibê kir.