Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da 2023-11-06 17:54:21   ŞIRNEX- Li Silopiyayê ciwanê ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê ceyranê pê girt, jiyana xwe ji dest da.   Li Deriyê sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê ciwanê bi navê Firat Boyaci (25) ku li ser diwarê ku ji leşkeriyê re dihat çêkirin dixebitî, ceryanê pê girt. Tevî hemû hewldanan jî Boyaci nehat rizgarkirin û li cihè bûyerê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Boyaci ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyê Boyaci piştî otopsiyê dê li Goristana Asrin ya Cizîrê bê definkirin.