‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’ 2023-11-06 13:59:04   ENQERE - Di Doza Kobanê de mîkrofonên parêzerên dixwestin siyasetmedarên dema wan a girtîmayînê tije bûne bên berdan hatin girtin. Siyasetmedar Dîlek Yagli diyar kir ku bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin.   Rûniştina yekemîn a danişîna 40’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.    Siyasetmedar Dîlek Yagli, Aynûr Aşan, Sebahat Tuncel, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Zeynep Olvecî, Zeynep Kahraman, Meryem Adibellî, Îsmaîl Şengul, Alp Altinors, Nazmî Gur û Gunay Kubîlay tev li danişînê bûn. Her wiha gelek parêzer jî di danişînê de amade bûn. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî danişîn şopandin.    MÎKROFONA PARÊZERAN HATE GIRTIN   Beriya parastina siyasetmedaran, parêzera Sebahat Tuncel, Sevda Çelîk Ozbîngol û parêzerê Fîgen Yuksekdag, Mehdî Zana Akkaya xwestin miwekîlên wan ên di çarçoveya Doza Kobanê de hatine girtin û tevî dema girtîmayîna wan tije bûye jî nehatine berdan bên berdan. Lê belê serokê dadgehê got ku naxwaze daxwazên parêzeran guhdar bike û mîkrofon girt.    ‘NEÇARKIRINA PARASTINÊ NÊZIKATIYEKE RAST NÎNE’    Serokê dadgehê ku tu daxwazên parêzeran qebûl nekir, piştre jî xwest siyasetmedar Dîlek Yagli parastina xwe bike. Lê belê Dîlek Yagli got ku rewşeke ku ew parastina xwe bike hêj çênebûye û xwest ku li daxwazên parêzeran were guhdarîkirin. Li ser vê yekê serokê dadgehê got: “Ma heke ji bo we rêz negirin ez çi bikim.” Li ser gotina serokê şandeyê, parêzerê Yagli, Ozgur Yaldiz wiha bersiv da: “Tiştekî rast nîne ku hûn di şert û mercên wiha de parastinê li miwekîla min ferz dikin. Di demeke ku daxwaz didomin de xwestina parastinê, ne li gorî etîka darazê ye.” Serokê dadgehê jî diyar kir ku mercên parastinê yên Dîlek Yagli ava bûne û ji bilî vê nikare tu kirariyên din ên darazî bike.    ‘TEKANE SEDEMA TAWANBARIYAN ENDAMTIYA MIN A MYK’Ê YE’    Danişîn, bi parastina Dîlek Yagli berdewam kir. Yagli, anî ziman ku rageşiya li eywana dadgehê daxwaza wê nebû û xwest ku daxwazên parêzeran esas bên girtin. Serokê dadgehê dîsa xwest ku parastina xwe bike. Yagli, daxuyand ku heta niha tu parastinên wê esas nehatine girtin û ev tişt anî ziman: “Eleqeya tawanbariyên li min tên kirin ewqas eleqeya xwe bi min nînin ku nizanim dê çawa parastina xwe bikim. Min berê jî anîbû ziman, tu delîlên îdiayên derheqê min de tên kirin nînin. Di mutalaayê de tekane tişta derheqê min de tê gotin, endamtiya min a wê demê ya MYK’a HDP’ê ye. Ji bilî vê, bingeha tu îdiayên din nînin.”    ‘BANGAWAZIYEKE LI DIJÎ DAIŞ’Ê BÛ’   Yagli, got ku bangawaziya MYK’a HDP’ê li dijî DAIŞ’ê bû û wiha domand: “Heke wê demê min ev bangawazî weke hemwelatiyekî bikira dê îro nehatibûma darizandin. Ji ber ku wê demê li seranserî cîhanê bi hezaran kesan ji bo Kobanê ya di bin dorpêça DAIŞ’ê de bang kirin. Îro çawa ku mirov ji bo Filistînê bangawaziyan bikin, wê demê jî ji bo Kobanê dihatin kirin. Hesta herî giran a di vê dozê de min jiyayî ew e ku tê îdiakirin ku me ji bo bangawaziya li dijî DAIŞ’ê ji deverekê ferman girtiye.”    ‘EZ Ê LI DIJÎ TACÎZA DARAZÊ PARASTINA XWE BIKIM’    Di berdewamê de Yagli diyar kir ku di mutalaayê de tekane tişta derheqê wê de endamtiya MYK’a HDP’ê ye û wiha pê de çû: “Weke endama MYK’a HDP’ê min ji bûyerên qewimîn berpirsyar dibînin. Derheqê min de tenê yek belgeyeke li ser lêkolîn hatiye kirin tune ye. Gotineke weke ‘ji şexsên lêgerîna wê heye nîne, qeyda arşîvê tune ye’ hatiye gotin. Di îdianameyê de tenê tişta derheqê min de endamtiya min a MYK’a HDP’ê ye. Anku mutalaayeke hiqûqî nîne û ji bo min zehmet tê ku li dijî wê parastina xwe bikim. Dema mutalaayê dixwînim, dibêjim bawerim derheqê min de nîne. Tê îdiakirin ku min bi rêveberên rêxistinê payebilind re peywendî danîne lê min ev çawa kiriye derheqê vê mijarê de tu tiştek nîne. Binêr birêz serok, ez 4 salan di nava HDP’ê de peywirdar bûm û derheqê min de tenê yek tawanbarî nehatiye kirin. Min mafê xwe yê destûra bingehîn bi kar aniye û bi tacîza darazê re rû bi rû mame. Ma ez ê niha li dijî vê tacîza darazê parastinê bikim?”    Şandeya dadgehê heta saet 13.40’ê navber da danişînê.