Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin 2023-11-06 13:24:29   MÊRDÎN - Der barê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de bi îdiaya “propaganda rêxistinê” doz hat vekirin. Di îdianameyê de wêneyek ku nehatiye parvekirin, mîna ku hatibe parvekirin hat nîşandan.    Nûçegihanê me Ahmet Kanbal ê Mêrdînê di 6’ê cotmehê de li mala xwe ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan. Lêpirsîna der barê Kanbal de temam bû. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, îdianameya bi tawanbariya “propaganda rêxistinê kiriye” hat amadekirin qebûl kir. Îdianame ji rûpelekê pêk tê. Di îdianameyê de nûçeyek li ser hesabê Ajansa Mezopotamya (MA) yê X’ê ku ji nû ve parve kiriye, kirine mijara tawanbariyê.    PARVEKIRINA NÛÇEYÊ KIRINE SÛC    MA’yê di 17’ê adara 2023’yan de li ser hesabê xwe yê X’ê nûçeya bi sernavê “QSD: Düşen helikopterde 9 savaşçımız hayatını kaybetti (HSD: Di helîkoptera ket xwarê de 9 şervanên me jiyana xwe ji dest dan)” belav kiribû. Kanbal jî vê twîtê belav dike. Vê parvekirinê kirine mijara tawanbariyê û bûye sedema dozvekirinê.    Dozger îdia dike ku ew nûçe bi wêneyên cilên leşkerî yên HSD’ê hatiye belavkirin. Lê nûçe bi ala Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatiye belavkirin. Wêneyê ku nehatiye parvekirin wek mîna ku hatibe parvekirin daye nîşandan.ç    Di îdianameyê hat îdiakirin ku “azadiya derbirînê û sînordarkarina çêkirina nûçeyê derbas kiriye” û ev di îdianameyê de cih digire.    ‘DELÎLÎ TUNE WEK DELÎL HATINE NÎŞANDAN’   Ahmet Kanbal bertek nîşanî îdianameya der barê xwe de da û destnîşan kir ku îdianame bi hincetên “pûç û vala ye” hatiye amadekirin û got: “Delîlek ku li holê nîne wek mîna ku delîl hebe hatiye nîşandan û min pê dawanbar dikin. A rast li dijî min sûc hatiye kirin. Ez ê der barê vê neheqiya li min hatiye kirin de gilî bikim.”