Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin 2023-11-06 09:12:56   AMED - Dayika lîstikê Amedsporê Oktay Aydin, Fatma Aydin bi hinceta "Sirûda Îstîklalê" nexwendiye hat binçavkirin û piştî îfade da polîsan hat berdan.    Amedspor di Koma Sor a Lîga 2'yemîn a Federasyona Futbola Tirkiyeyê têkoşîna xwe ya şampiyon ango lîderiyê didomîne. Di hefteya 12'emîn a lîgê de duh tîma Amedspor û Etîmesgût Belediyesporê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev.    Beriya maç dest pê bike "Sirûda Îstîklalê" ya tirkan hat xwendin. Ji ber ku dayika lîstikvanê Amedsporê Oktay Aydin, Fatma Aydin kêliya xwendina sirûdê de ranebûye ser pêya hat binçavkirin. Aydin piştî li qereqolê îfade da hat berdan.