ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-06 09:00:11     * Dayikên Aştiyê yên beşdarî konferansa DBP’ê bûn gotin: “Em rêbertiya xwe dixwazin. Bila pê re hevdîtin were kirin. Heke ew derkeve wê aştî were.”    * Welatiyên beşdarî konferansa DBP’ê bûn banga tevlibûna Meşa Gemlîkê ya dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin kirin û gotin: “Ev meş meşa azadiyê ya kurdan e. Werin em berê xwe bidin Gemlîkê û bimeşin Îmraliyê. Divê tecrîd bê rakirin, Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe.”    * Şanar Yurdatapan ku ji îmzevanên deklarasyona “Banga Aştiyê” ye diyar kir ku li holê ne “pirsgirêka kurd”, “pirsgirêka tirk” heye û bang li her aliyên muxalîf kir ku xwedî li deklarasyonê derkevin.    * Yek ji bajarên ku herî betalî lê heye Wan e. Welatiyên Wanê sedema sereke ya ya feqîrî û betaliyê polîtîkayên şer e û gotin: “Tenê pereyê ku ji bo şer tê razandin ji bo aboriyê were razandin dê îro rewş ne wisa bûya.”    * Ji Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê parêzer Ciwan Ortaç diyar kir ku berdana çawişê pispor ê li Nisêbînê tacîzî 4 zarokan kiriye li dijî hiqûqê ye.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. Hevserokên HEDEP'ê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari beriya danişînê li ber kampûsê daxuyanî bidin. (09.30-10.00) ZINDÎ   * Rêxistinên ciwanan dê têkildarî salvegera 42'yemîn a YOK'ê li Meydana Beyazidê daxuyanî bidin. (16.30)   * Koma Ma Musîcê dê li Şanoya Bajêr a Amedê konser li dar bixe û du rojan bidome. (19.30)