Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn 2023-11-05 16:20:30   WAN -  Hat ragihandin ku li Îranê bi dehan xwendekar ji ber gazê jehrî bûne.    Hat ragihandin ku li Dibistana Xwendekarên Keç a Kausarê ya li Ahwaz a Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyê. Hat destnîşankirin ku xwendekar ji ber gazeke kîmyewî jehrî bûne. Ajansên girêdayî hikûmetê îdia kirin ku xwendekar ji ber gazên tevî ava bajar bûn jehrî bûne. Wekîlê Civakî Siyasî yê Walîtiya Huzistanê jî îdia kir ku xwendekar ji ber “stresê” jehrî bûne.    Çendek roj berê li Zencan û Îranşehrê gelek xwendekar jehrî bûbûn.