Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin 2023-11-05 12:08:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê Kampa Penaberan a El-Megazî bombebaran kir. Di bomberanê de herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a El-Megaziyê de piranî jê jin û zarok herî kêm 51 kes hatin qetilkirin. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA'yê; artêşa Îsraîlê mala Seman a li Kampa Penaberan a El-Megaziyê hedef girt. Di encama êrişê de gelemperî jê jin û zarok bi giştî 51 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.    DEPOYA AVÊ HEDEF HAT GIRTIN   Artêşa Îsraîlê di heman demê de li dijî derdora Nexweşxaneya Endonezyayê jî 15 êrişên hewayî pêk anî. Hat zanîn ku di encama bombebarankirina depoyên avê yên li herêma Tel Ez-Zaterê mal di bin avê de man. Di encama êrişa hewayî ya li dijî mala malbata Ebû Hasîra de jî bi alîkariya parastina sivîl û welatiyên derdorê cenazeyên 5 kesan ji bin kavilan hatin derxistin.    Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Xezayê Eşref el-Kudrayê têkildarî êrişê daxuyanî da û got ku di encama êrişan de gelek zarok û jinan jiyana xwe ji dest dane û beşên lezgîn ên nexweşxaneyan bi birîndarên rewşa wan giran tije bûne.