Bi hezaran kes herikîn konferans DBP’ê 2023-11-05 10:39:57   AMED - Bi hezaran kes tev li konferans DBP’ê ya Amedê bûn.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya ku dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixe, li navçeya Rezan a Amedê li eywaneke dawetê konferanseke mezin li dar dixe. Dê belgeya helwestê ya serdema nû ya DBP’ê di konferansê de were eşkerekirin û bi hezaran kes tev li konferansê bûne.    Hem li hundir hem jî li derveyî eywanê ekranên LED hatine danîn. Eywana konferansê jî bi alaayên partiyê hatiye xemilandin û pankartên “Jin jiyanê birêxistin dike” û “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” hatin daliqandin.    BI CIL Û BERGÊN RENGÎN TEV LI BÛN   Hem ji navenda bajar hem jî ji bajarên derdorê bi hezaran kes di saetên serê sibehê de ber bi cihê konferansê ve herikîn. Welatiyên ku ji noqteya lêgerînê ya polîsan derbas bûn, stran gotin û xelekên govendê gerandin. Welatî bi şel û şepik, bi kiras û fîstanên rengîn tev li konferansê bûn. Rengînî û coşeke mezin di konferansê de heye û tê payîn ku demekî kin piştre dest pê bike. Her wiha herikîna ber bi eywanê ve didome.